Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa nan %32 zêde bûye

19:50 - 25 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Birêveberê giştî ê te`izîratên hikûmetî ên parêzgeha Tehranê ragehand: Bi van biryarên ku di odeya esnafên Îranê de hatiye girtin, nirxa nan di Tehranê de %32 zêde bûye, ne %15.

Mihemed Mihemedî birêveberê giştî ê te`izîratên hikûmetî ragehandiye ku li ser bingeha pesendkiriya rêkxistina bazar, nirxa nan dibe aliyê kêm %15 zêde be.

Herwisa navbirî ragehand ku eva di Tehranê de rû dide, di rastî de ne %15, belku %32 e. Jiber ku giraniya girikan jî li çav berê siviktir in.

Li gora pesendkiriya nû, nanê Berberî ji 650 Tûmenî dibe 750 Tûmen. Nanê Sengek jî ji 800 Tûmenî dibe 920 Tûmen.

Biryardana li ser girankirina nirxa nan di şaristanên Îranê de, li stûyê parêzgaran de dibe, û berpirsên pêwendîdar di hinek bajaran de û ji wan di Îsfehanê de, girankirina nirxa nan ret kirine.

Di biryara nû ya odeya esnafan de, giraniya standard ya girkikan jî hatiye diyarîkirin.

Ew nirxên nû di demekê de têne belavkirin ku nirxa nan di piraniya nanpêjiyên Tehranê de, zêdetir ji nirxên ragehandî têne firotin, û niha pêde jî wê girantir ji nirxa ragehandî bê firotin, û li ser xirabiya çawaniya nan jî, xelkê gellek gilî û gazinde hene.