Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê zarokên 13 salî jî dibe şer

13:48 - 26 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Televîzyona Îranê vîdyoya zarokekî 13 salî belav kir, ku bo şer çûye Sûriyê.

Di vê vîdyoyê de ew zarokê 13 salî xwe dide nasîn, û dibêje ku ew xelkê Mazenderanê ye. Sebazekî din jî dibêje ku ew zarok, serbazê herî kêm temen e di Sûriyê de.

Ew zarok di vê vîdyoyê de pesna Qasim Silêmanî dike, û dibêje ku ew ketiye bin bandora wî de, lewra rû li Sûriyê kiriye, û ew dizane ku metirsiya kuştinê jî heye. Ew vîdyo di navçeya Ebû Kemal de hatiye girtin.

Bikaranîna zarokan di şer de, li dijî konvansiyonan û yasayên navneteweyî ye. Li gora peyrewa navxwe ya Romê ya Dîwana Cezayî ya Navneteweyî perwerdehî û şandina serbazên bin 15 salî wekî tawana şer tê hesibandin.

Li gora daxuyaniya Saziya çavdêr ya Mafê Mirovan Komara Îslamiya Îranê zarokên penaber ên Efxanistanî dibe şerê Sûriyê. Vê saziyê ragehandiye ku di nava kuştiyên Efxanî ên di şerê Sûriyê de kesên 14 salî jî hatine dîtin.

Rejîma Îranê ku wan çekdarên xwe ên di Sûriyê de wekî “Parêzerên Hereman” bi nav dike, berdewam ji aliyê civaka cîhanî ve tê rexnekirin, û daxwaz jê tê kirin ku hêzên xwe ji derveyî sînorên Îranê vekişîne.