Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi awayê berdewam gefan li Îsraîlê dixwe

15:07 - 26 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Rayadarên rejîma Îranê dibêjin ku ewê Îsra`îlê ji nav bibin, û piştre jî ewê hêzên Amerîkayê li deverê derbixin.

Li gora raporên belavbûyî, “Mes`ûd Cezayêrî” yek ji berpirsên rejîma Îranê gotiye ku, emê di berevanîkirinê de berdewam bin, heta dema ku em xatircem dibin ku me dawî leşkerê Amerîkayî jî di deverê de derxistiye.

Wî berpirsê rejîmê tekez kiriye ku merca serekî ji bo aramiya deverê, çûna derve a hêzên leşkerî ên Amerîka û herwiha nemana yekcarî a Îsra`îlê ye, ku ev yeka jî tenê bi hemahengiya di navbera gelên deverê, û hikûmetên şer`î tê encamdan.

Gefxwarinên rejîma Îranê ji bo jinavbirina Îsra`îlê dijvartir bûye, û herwiha gefa êrîşbirina ser welatên Erebî jî xwariye.