Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêqewimiyên parêzgeha Kirmaşanê û alîkariyên rejîmê ji bo “Ebû Kemal” di Sûriyê de

15:21 - 26 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Di demekî de ku gelê Kurd di Kirmaşanê de, çavnihêriya alîkariyên mirovî ne, rejîm di asta vê çavnihêriyê de çavên xwe girtine, û yekem alîkarî ji aliyê rejîma Îranê ve ji bo bajarê “Ebû Kemal” a ser bi Sûriyê hatine şandin.

Nûçegihaniy a Fars belav kiriye ku, rejîma Îranê piştî azadkirina bajarê “Ebû Kemal”, yekem alîkariyên mirovî gihandine wî bajarî.

Terajîdiya wî karê rejîma Îranê di vê yekê de ye ku, piştî derbazbûna nêzî du hefteyan li ser karesata Kirmaşanê heyanî niha jî xelkê parêgeha Kirmaşanê ji ber vê bûyerê û kêmbûna xizmetguzariyan aciziyan dibînin, û rejîma Îranê bi awayê hewce guh nadê.

Di demekê de ku Kurdên zirardîtî ên parêzgeha Kirmaşanê, bi hêviya alîkariyên mirovî ên xwîşk û birayên xwe sax mane, rejîma Îranê alîkariyên xelkên Kurd talan dike, û wan ji bo xelkê “Ebû Kemal” a Sûriyê dibe.

Eva ku di heyama du hefteyên derbazbûyî de çêbûye, xelkê Kurdistanê ji ber vezîfeya exlaqî û neteweyî û bi awayê xwebexş alîkariyên mirovî ji bo kurdên Kirmaşanê kom kirine, lê rejîma Îranê jî di cihê vê de, ku wan alîkariyan ji xelkê zirardîtî re bişîne, dest bi ser wan alîkariyên mirovî de digre.

Eva ku çê dibe dijayetiya rejîma Îranê digel neteweya Kurd nîşan dide, ku cihê ders û îbret wergiritinê ye.