Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sirr û seqem emanê nade xelkê erdhejlêdayî

19:50 - 26 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Di demekê de ku befr û boranê li deh parêzgehên Îranê de, jiyana asayî ya xelkê rastî kêşeyan kiriye, erdhejlêdayiyên parêzgeha Kirmaşanê dibe ku di sirr û seqema bin 10 pileyan de, bi bê alavên germkirinê û bi bê hebûna tu stargehekê bihevin.

Rewşa nebaş ya erdhejlêdayiyan li parêzgeha Kirmaşanê de bi hatina demsala sermayê û barîna befr û baranê û despêka bahoz û reşebayê, hindeyî din bizehmet û îza bûye, bi awayekî ku beşek ji xelkê lêqewimî niha hêviya mirinê dixwazin.

Nûçegihaniya Mêhr di raporekê de di vê derheqê de îşare bi vê kiriye ku bi sedema vê pêla sermayê û nebûna tu stargehekê, çend roj berî niha jineke bitemen gurçikên xwe ji dest dan, û piştre sirrêbûyî bû, û jiyana xwe ji dest da.

Li gora dawî nûçe û raporan, xisara herî zêde gihîştiye zarokan, û heya niha zêdetir ji 20 zarokî ku temenê wan bin 10 saliyê re ye, bê serperest mane, û eşkere nine ku çarenûsa wan bi vê nasiyariya ku me li rejîmê heye, wê çi lê bê.

Nûçegihaniya Mêhr ji zarê zarokekê bi navê Ehûra ve belav kiriye, ku niha meztirîn xwaziya wî ew e ku sê petû hebin ku laşê xwe yê sar pê germ bike!

Ew rewşa terajîdiya di demekê de ye ku tenê 24 demjimêran piştî azadkirina bajarê Ebû Kemal a Sûriyê, Komara Îslamî yekem balafira xwe ya alîkariyan şande Sûriyê, eva jî di demekê de ye, ku piştî derbazbûna du hefteyan bi ser erdheja Rojhilata Kurdistanê de, hêşta jî rejîmê alîkariyeke wisa bi erdhejlêdayiyan nekiriye, û tenê karê wan bûye dana diruşman û vir û derevan.

“Keyhanê Lenden” di vê derheqê de ragehandiye, ku rejîmê di hewleke pêkenok de, bedela dana kanêksan, xîvetên pilastîk dane erdhejlêdayiyan.

Şandina van bi nav alavan di demekê de ye ku roja Çarşemiya borî Hoşeng Bazwend parêzgarê Kirmaşanê ragehandibû: 14 hezar kanêks bo erdhejlêdayiyan wê bêne şandin, lê piştî derbazbûna pênc rojan, hêşta jî ew kanêks negihîştine destên wan. Helbet renge mebesta vî berpirsî şandina kanêksan bo xelkê Ebû Kemal li Sûriyê be, û xelkê erdhejlêdayî bêçine dilê xwe bi wan xweş kirine!.

Niha ewên ku di nava xîvetên pilastîkî û havînî de dijîn, bona germkirina xîvetan pîknîkan hil dikin, ku heya niha bi vê sedemê çend xîvet şewitî ne.