Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî mêjîn û endamê PDKÎ koça dawiyê kir

20:52 - 28 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Kak Ehmed Resûlî pêşmergê mêjîn û endamê PDKÎ, xelkê bajarê Şinoyê li Kurdistana Başûr xatirê xwe ji jiyanê xwast.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemiyê 7`ê Sermaweza 1396`an, kak Ehmed Resûlî naskirî bi Ehmedaxayê Xaltawê, jidayîkbûyê sala 1320`î bi sedema nesaxiyê li nexweşxaneya Rizgarî ya bajarê Hewlêrê de koça dawiyê kir.

Kak Ehmed sala 1342`an pêwendî digel PDKÎ girt, piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê bi ser rejîma paşatiyê de, û hatina ser kar a rejîma Wilayeta Feqîh, çeka pêşmergatiyê avête milê xwe, û bû pêşmerge, lê sala 1362`an bi sedema kêşeyên malbatî vedigere bajarê Şinoyê.

Lê ew sê mehan tê destbiserkirin, û piştre wekî endamekî çalak, xebata xwe didomîne, sala 1373`an ji aliyê rejîmê ve dîsan tê girtin û sê salan di girtîgehê de dimîne. Roja 7`ê Gelawêja 1382`an bi neçarî Rojhilat ber bi Başûra Kurdistanê bi cî dihêle, û li bajarê Hewlêrê wekî endamekî eşkere ê PDKÎ xebata xwe didomîne.

Ew heya dawiya temenê xwe emegdar dimîne bi rêbaza Demokrat, û wekî kesayetiyekî welatparêz û xweragir xebata xwe didomîne.

Termê kak Ehmed li goristana gundê Motke ya bajarê Hewlêrê di nava girseya xelkê beşdar de, bi axê tê spartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarê navbirî û xwe şirîkê xema wan dizane.