Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê berê yê rejîmê ji Dezgeha Dadweriyê aciz e

14:59 - 29 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Serkomarê berê yê rejîmê nameyeke servekirî bo Xamineyî şandiye, û tê de bi tundî êrîşî ser dezgeha Dadweriyê kiriye.

Ehmedînijad di vê nameya xwe de, ragehandiye ku pêdagiriya ne asayî, û ne yasayî li ser helwestên şexsî û siyasî û bikaranîan wan di pirsên qezayî de, û bikaranîna hêza xwe ya qezayî di pêwendiyên şexsî û malbatî de, bûye sedem ku tu îmkana reforman di Dezgeha Dadweriyê de nemîne.

Ehmedînijad ku di van çend mehên dawiyê de dest kiriye bi êrîşên herî tundûtîj li dijî rewşa birêveberiya welat, Dezgeha Dadwerî û malbata Larîcanî, lê di hember de jî rastî bersivdanên herî tund ji aliyê berpirsên Dezgeha Dadwerî ve hatiye.

Navbirî ew rastiya jî di nameya xwe neveşartiye ku: “Arîşeyên aborî û birêveberiyê gihîştine astekê, ku her bîsteke îmkana vê heye, welat û xelk rastî rewşekê bên, ku ew rewş nahê pêşbînîkirin, û heyameke zêde ye ku “bawerî”ya xelkê bi Dezgeha Dadweriyê nuqteya sifrê derbaz kiriye.

Ehmedînijad bas ji vê jî kiriye ku hebûna 17 milyon dosiyeyên qezayî, tê wateya vê ku piraniya nêzîk bi tewaw ya malbatên Îranî kêşeyên qezayî hene, û ew yek tê wateya neşarezayî û kêrnhatîbûna berpirsên qezayî, û hawar xelkê ji destê bêdadiyê û pêwendiyên ne dirust digîje esman.

Ew hemû gilî û gazindeyên Ehmedînijad ji dezgeha Dadweriyê pêwendiya wê bi şerê navxweyî ê bandên rejîmê ve heye, û li gora gotina şarezayên siyasî ên karûbarê Îranê, hekî Ehmedînijad ew qas di fikra dadperweriyê û çareseriya kêşeyên aborî, civakî, siyasî bûya, dibe di serdema deshilatdariya xwe de ew kêşe çareser kiriban.