Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

20:30 - 1 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Endamekî berê yê PDKÎ, di bajarê Mehabadê de çû ser dilovaniya xwe.

Li gora rapora gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, di roja Înê 5`ê Xezelwera 1396`an de, “Husên Bayezîdî Azer” xelkê bajarê Mehabadê, bi sedema kalbûnê çû ser dilovaniya xwe.

Navbirî kesekî hezkirî û cihê baweriyê di nav xelkê deverê de bû, û heta dawîn demên jiyana xwe bi riya Demokrat wefadar bû.

Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje, malbat, xizm û kes û karên navbirî û xwe şirîkê xema wan dizane.