Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

83 hezar polên xwendinê li Îranê sîstemên germkirinê yên nestandard hene

20:26 - 29 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Bi hatina sirr û seqemê, pirsgirêkên nestandardbûna sîstemên germkirinê ên xwandingehên Îranê dest pê dikin, û malbatên dersxwanan nîgeran dibin.

Li gora amarên ku ji aliyê cihgirê Wezîrê Perwerdehiyê di warê avedaniyê de belav bûne, di sala nû de 83 hezar odeyên xwandinê sîstemên germkirinê ên nestandard hene, û 987 bînayên xwendingehên Îranê jî bi daran û keviran hatine dirustkirin û sîstema germê tunînin.

Pirsgirêkên saxlemî û ewlehiya dersxwanên Îranê, bi taybet dersxwanên Kurdistanê, bi sedema çiyayîbûna navçeyan, hemû salan bi destpêkirina sirr û seqemê, dibe sebeba nîgeraniya malbatên dersxwanan, û Wezareta Perwerdehiya rejîmê jî, saxlemî û ewlehiya dersxwanan ji wan re qet girîng nîne.

Rejîm di deverên Kurdistanê de, di warê dirustkirina avahî û sîstema germê a xwandingehan de xemsar e, û gellek kêm xizmetguzariyan dike, û heyanî niha çendîn bûyer derheqê dersxwanên Kurdistanê de qewimîne, û heyanî niha jî ev bûyerane ji aliyê Wezareta Perwedehiya rejîma Îranê ve nehatine çareserkirin.

13 salan berî niha, 13 dersxwanên keç û kur gundên “Sifîlan” a girêdayî parêzgeha “Çarmehal û Bextyarî”, bi sebeba agirgirtina sobeya neftî canê xwe ji dest dan, herwiha di xwandîngeha “Şînawê” a ser bi bajarê Pîranşarê jî 29 dersxwan tûşî şevatê bûn, û du ji wan dersxwanan, ji ber djiwarbûna şevatê canê xwe ji dan, û piştî derbazbûna 5 salan li ser vê bûyera nexwaş a şevata zarokên dersxwan ên kurd re, heyanî niha jî birînên wan bi tewawî nehatine çareserkirin.

Xemsariya berpirsên rejma Îranê li hember dersxwanên Îranê, û girîngînedan bi ewlekariya xwandingehan, ji serekîtirîn sebebên qewimîna wan bûyeran in.

Ji aliyekî din ve, di çend rojên derbazbûyî de, di bûyera erdheja ku di deverên Kurdistanê de qewimîbû, deverên Kirmaşanê xisarên herî mezin dîtin, ku yekem avahiyên ku herifînbûn, avahiyên xwandingehan bûn ku di warê dirustkirinê de gellek sist, û kevn bûn.

Herwiha piştî derbazbûna du hefteyan bi ser vê bûyerê de, dersxwanên deverên ku erdhej lê hatiye, nikarin xwandina xwe dom bikin, û di nav xîvetan de ne, û canê wan di metirsiyê de ye.

Her di vê derheqê de, “Mihemedteqî Nezerpûr” cêgirê Wezîrê Perwedehiyê di warê avedaniyê de ragendiye ku: 61 hezar û 540 kilasên Îranê, hewce ne ku bêne hiloşandin, û ji nû ve bêne avedankirin.