Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Meclisa Nûneran a Amerîkayê de piştgiriya Erebistanê hate kirin

13:39 - 30 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Guherînkariyên herî dawiyê ên Li Erebistan û Lubnanê di Komîteya ne serekî ya Rojhilata Navîn û Bakûra Afrîqayê ya ser bi Meclisa Nûneran a Amerîkayê de kete ber bas.

Di vê civîna Komîteya ne serekî ya Rojhilata Navîn û Bakûra Afrîqayê ya ser bi Meclisa Nûneran a Amerîkayê de, nûnerên payebilind ên vê komîteyê bas ji rola rejîma Îranê di van guherînkariyan de kirin, û ragehandin tenê rê çare ew e ku pêşiya van hemû destêwerdanên rejîma Îranê di navçeyê de bihê girtin.

Êlîna Ras Litnîn seroka vê komîteyê di vê civînê de, destpêkê îşare bi rola têkderane ya Îranê di Lubnanê de kir.

Navbirî ragehand: Welî`ehdê nû ê Erebistanê di van hefteyên dawiyê de hinek kiryarên wî ên cidî hebûn, ku nîşana egera destpêkirina şerekî rasterast di navbera wan û rejîma Îranê de heye. Em dizanin ku berfirehbûna nifûza Îranê di navçeyê de, hişdareke cidî ye li dijî berjewendiyên Amerîka, Erebistanê û welatên Ereb ên Kendawê.

Di vê civînê de, karnasekî bi navê “Ilyot Abramz” ji beşa Şêvra Pêwendiyên Derve got: Waşington dibe hêvîdar be bi bibandorbûna kiryarên Erebistanê.

Wî got ku Îran bûye kêşe û serêşiyek ji Erebistanê re di asta kabûsekê. Jiber ku niha Erebistan di navbera Yemen û Îraqê de maye, û rejîma Îranê deshilata xwe li derdora Erebistanê belav kiriye.

Erebistan di demekê de şahidê belavbûna deshilata Îranê di navçeya Kendawê de ye ku Amerîka dijkiryareke wisa ji xwe nîşan nade. Dibe Amerîka cihê hêviyê be ji Erebistanê re.

Kongireya Amerîkayê di çend salên borî de çendîn gemaroyên nû xistine kiryraên têkderane ên Îranê di herêmê de.