Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Tirkiyê li dijî Amerîkayê alîkariya rejîma Îranê kiriye

15:00 - 2 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Bazerganê naskirî ê Îranî-Tirkiyeyî di dadgeha New Yorkê de serkomarê niha yê Tirkiyê tohmetbar kir, ku biryara dewrlêdana tehrîman li dijî Îranê derkiriye.

Riza Zerab Bazerganê naskirî ê Îranî-Tirkiyeyî meha borî heft tohmetên li ser xwe wekî pîlan, binpêkirina tehrîmên Amerîkayê, xapandinên bankî, spîkirina pere û dana rişwetê bi gardiyanên gitîgehan bo dana Elkolê bi girtiyan, û bikaranîna telefonê di girtîgehê de qebûl kir.

Nûçegihaniya Royterzê belav kir, Riza Zerab roja Pêncşemiyê di civîna dadgehê de got ku Erdoxan îzna dewrlêdana tehrîmên Îranê daye.
Serdozgeriya Amerîkayê, Riza Zerab tohmetbar kiriye ku di navbera salên 2010-2015`an alîkariya dewleta Îranê kiriye, da ku bi sedan milyon Dolarî ji heyiyên wan bona dewrlêdana tehrîman bi kar bînin.

Riza Zerab ragehandiye ku “banka Zera`et” û “Wakîf Bank” (Waqif Bank) a Tirkiyê rola wan di dewrlêdana tehrîman de hebûne.
Di heman demê de dadgehîkirina Mihemed Hakan Atîla birêveberê “Halk Bank” a Tirkiyê jî bi tohmeta binpêkirina tehrîmên Amerîkayê bi rê ve çû.

Herçend navbirî tohmetên ser xwe ret kirin, lê Riza Zerab got ku birêveberê “Halk Bank”ê alîkariya wî kiriye.

Riza Zerab ragehandiye ku wî bona veguhastina zêrê Îranê, 50 milyon Dolar rişwet daye Mihemed Zefer Çaxlayan Wezîrê Berê ê aboriya Tirkiyê.

Li gora gotina Riza Zerab perê neft û gaza Îranê ji riya Halk Bank ve dane zêr, û ji wir ve şandine Dobêy bona vê ku bifroşin yan bikin perê kaş.

Zerab ragehand ku wî rişwet daye birêveberê pêşîn ê “Halk Bank”ê Silêman Eslan jî.

Wî bazerganê Îranî-Tirkiyeyî ragehandiye ku wî hewl daye ji riya Çînê ve jî, tehrîmên Îranê dewr lêde, lê dewleta Çîn di dawiyê de pêşiya wî karî girt.