Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka soz dide cîhanê ku Îrana navikî qebûl nake

19:46 - 2 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê, soz dide Îsraîl û hemû welatên cîhanê ku îzin nade Îran, bombeya navikî dirust bike.

“Mike Pence” cîgirê serkomarê Welatên Yekigirtî yên Amerîkayê roja Sêşemî 7`ê Sermawêza 1396`an, di gotûbêja bi minsasbeta 70`mîn salvegera pejirandina rêkevtina NY ji bo dabeşkkirina axa Felistînê bi ser du desthilatên erebî û cihûyan de ragehandin ku, Trump soz daye ku bi tu awayekî ew îzin nadin da ku destê Îranê bigihîje çeka navikî.

Navbirî di axavtina xwe got ku: Welatê Îsraîlê ji bo man û nasandina xwe hewcehî bi daxuyaniyê nine, ev welat bi destê xelkê Îsraîlê hatiye dirustkirin û mafê berdwambûna pirsa rast û heta-hetayî heye, û herwiha got ku em digel welatê Îsraîlê de ne bila hemû cîhan bizane ku yên Amerîka piştevaniya Îsraîlê dike.

Cîgirê serkomarê Amerîka ev yeka jî zelal kiriye ku, di mehên derbazbûyî de, deskevtên baş ji bo aştiya du welatên Îsraîl û Felistînê berhem hatine, û Îsraîl xatircem be ku Amerîka li ser ewlehiya Îsraîlê danûstandinê nake.

Berpirsên Îranê berdewam gefên jinavbirina Îraîlê dixwarin, û Mihemed Ce`iferî fermanderê Spaha Pasdaran a Îranê di rêkevta 2`ê Sermawêza Îsal de, piştevaniya Spaha Pasdaranê ji husyên Yemenê û Hizbullaha Lubnanê dubare kir, û gotiye ku em li ser pirrçekkirina Hizbullahê û bernameyên mûşekî yên xwe tu demî danûstandin nakin.

Amerîka, Firanse û Hevpêymaniya Erebî, Sapaha Pasdaran a Îranê, sebeba serekî a berfirehbûna şer û aloziyan di nav welatên herêmê de dizanin, ku ji riya navtêdan û alîkarîgihandin ji milîşên Hemas û Husiyên Yemenê re, hewla têkdana ewlekariya wî welatî dide.