• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2017-12-13 / 1396-09-22   

Felsefeta “Heq” û yekparçeyiya Herêmî (Beşa 1)

2017-12-07 / 1396/09/16 - 11:11 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Felsefeta “Heq” û yekparçeyiya Herêmî (Beşa 1)
Kerîm Perwîzî

Sermaweza 1396`an


Tu veşartî nine ku ew mijara di demekê de ji dayîk dibe ku di dawiya meha Xezelwera sala 1396`an di Almanyayê de hejmarek ji hêzên ser bi neteweyên belengaz û herwisa ser bi neteweya serdest pêkve şorayek bi navê “Şêvra Demokrasîxwazên Îranê” pêk anîn.

Ragehandina pêkanîna “Şêvra Demokrasîxwazên Îranê” digel karvedanên zaf û curbicur berbirû bû, û ya ku hewce ye ez îşareyeke kurt pê bikim ew e ku PDKÎ jî di gotûbêj û diyalogên pêwendîdar bi avakirina “Şêvra Demokrasîxwazên Îranê” de beşdar bû, lê bi xwendina xwe jê vekişiya, û eva ku gelo gotina PDKÎ di vê derheqê de çi bû, ew yek armanca vê nivîsê nine.

Ew mijara zêdetir ji vê ku rû li wan hêzan be ku “Şêvra Demokrasîxwazên Îranê” pêk anîne, rû li vê hizbê ye ku nivîskarê vê mijarê tê de endam e, wate PDKÎ, eva jî ne li ber vê ye ku pêwîst neke digel hizbên pêkhînerê vê şêvrê û bi taybetî hêzên Kurdî ên beşdar di vê şêvrê de, me diyaloga rexnegerane hebe, belkû zêdetir mebesta min ew e ku lênihêrîn û hinek bîrkirinan em bînin ber bas, ku renge di derbazbûyî û pêşerojê de jî pirsên siyasî ên hewşêwe berbirûyê PDKÎ jî bûbin yan jî bibin, lewra ya ku ez dixwazim bêjim, ew e ku bi hêceta pêkanîna “Şêvra Demokrasîxwazên Îranê” ezê boçûn û lênihêrîna xwe derheq têgehekê bi navê “Yekparçeyiya Herêmî” bas bikim, ku Fars hez dikin bêjnê “Hêfzê Temamiyetê Erziyê Îran” (Parastina yekparçeyiya xaka Îranê). Bi vî awayî dixwazim ku deriyê diyaloga rexnegirane di navbera me de vekirî bimîne.

(Di destewajeya Îngilîzî ya vê têgehê de ku piştre emê bas bikin bi vî rengî hatiye:

“territorial integrity”, ku tê wateya herêma bin deshilatdariyê de, yanî ew xaka ku di bin ferman û îdareya hikûmeteke diyarîkirî de ye, û Fars zêdetir bi qestî peyva “Erz” bi kar tînin, lewra wateya dirust ya Farsî “Qelemrow” e ku Kurdiya wê dibe Herêm, û territorial dibe herêmî.

Berî vê ku ez herim ser vê behsê, dibe ez vê yekê jî bêjim ku mixabin di nava hejmarek ji çalakên siyasî û hinek ji alîgirln partiyan de diyardeyeke kirêt gellek caran ducarî dibe. Di cîhana siyaset û di rewta tekoşîna siyasî de her hêz û aliyekî siyasî dîtingeheke taybet ya xwe, û lênihêrîneke taybet jî bo diyarîkirina berjewendiyên giştî û neteweyî û xelkê xwe hene, û ji dîtingeha xwe ve helwestê digre, û dîtingehên xwe dike kiryar, û ew yek jî xwezayî ye, û renge gellek caran dîtingeh li dijî hev bin, û hin xelk hez bikin ku hemû hêzên siyasî yek hewlesat û yek dîtingeh bin, lê cudahiya xwendinê asayî ye. Baskirina dîtingeha her tak û hêzan jî derheq dîtingeh û helwesta tak û hêzên din, hem asayî ye û hem jî demokratîk. Hem jî hekî diyalogeke tendirust û rexnegirane lê saz be, wê bikare pêşerojeke geş bo gel ava bike.

Lê mixabin diyardeyeke kirêt gellek caran ducarî dibe, ku ew jî sivikatîkirin e di hemberî helwest û kiryarên yektir, derheq diyaloga bingehdaner û rexnegirane. Di sivikatî û bêrêziyê de tu derfetek bo ji hev halîbûn û reforma helwestan namîne, û tenê emê di boseya vê de bin ku di pêşerojê de qerebû bikin, û şaşiyên yektir bibînin, û vê yekê mezin bikin, û gotegota li ser saz bikin. Ew yek diyardeyeke ne tendirust e ku tenê şantajçî û di dawiyê de jî dijminê me yê serekî wate Koara Îslamî qazancê lê dike. Niha jî bila em ji zêdegotinê kêm kin, û herin ser rastiya mijarê.

Pêş behsê:

Hekî em ji neteweyên zulmlêkirî ên din bigerên, û tenê bas ji neteweya xwe bikin, piraniya hêzên Kurd di Rojhilata Kurdistanê li pey çareseriya pirsa Kurd di çarçoveya Îranê de digerin, û her yek bi şêwaz û derbirîn û edebiyata xwe dixwaze ku di coxrafiyaya siyasî ya Îranê de rê çereya dadperwerane bo birêvebirina welat û gihîştina Kurd bi mafê xwe bête dîtin. Heya ku dereng jî nebûye bila ez vê yekê jî bêjim ku hem ew Îrana ku hêzên Kurdî bîr jê dikin, û dixwazin bi awayekî din be, digel vê Îrana ku niha heye gellek cuda ye, ku xewnên din jê re hene, û hem jî di nava hêzên Kurdî de jî hene kesên wisa ku daxwaza serxwebûna Kurdistana Rojhilat dikin, û karê wan bi Îranê û stûnên wê ve nîne.

Ya ku girîng e, ku em îşareyê pê bikin şêweya lênihêrîna hêz û takê siyasî ê Kurd e derheq pirsa Kurd, ku wisa dike ku li pey rêçareya taybetî ya xwe de bigere.

Çend şêwe dîtingeh derheq pirsên neteweyî dikarin hebin, ku di nava Kurdistanê de jî hene, ku emê îşareyê bi çend cureyên wê bikin.

Yekem-şêwe dîtingehek li ser vê baweriyê ye ku çend neteweyên cuda di pêvajoya dîrokê de li rex hev û di erdnîgariyekê bi navê Îranê pêkve jiyan kirine û niha jî jiyana xwe didomînin. Ew pêkvejiyana wan merc nîne ku hetmen bi awayê aştiyane bûbe, û pêwendiya wan hemû demekê dostane bûbe, li vê dîtingehê de ya ku girîng e ew e ku netewe cuda ne, û tu yek ji wan beşek ji yên din nînin, û tu yek ji wan ji yê din sertir nîne, û mana wan jî di çorçoveyeke cuxrafiyaya siyas de, yan bi derba hêz yan bi her h û sedemek din bûbe, nîşana vê nîne ku bi hezkirina xwe xak pêşkêşî ên din kiribin.

Duyem- Ew e ku pêkvejiyan û heya şerê di navbera girûpan û berjewendiya hevbeş ya xelkê di erdngariya siyasî ya Îranê de, û pirsên kulturî û têkelawiyên civakî û ...hwd, paramîtrên neteweyekê bi navê neteweya Îranê çê kirine, û Kurd jî wekî beşek ji neteweya Îranê pênase dike, ku xwediyê taybetmendiya kulturî ya xwe ye.

Sêyem-Pirsa neteweyî û cudahiya neteweyî wekî tiştekî rûkeş û nerastîn dizane ku cudahiyên kulturî û zimanî dikin hêvinê aloziya di nava xelkê de, û jiyana dadperwerane dikare hemû van kêşeyên rûkeş çareser bike û tune bike, û rûyê rasteqîne û derevên nasyonalîstan jî derbixe.

Di vê basa xwe de emê zêdetir li ser lênihêrîna yekem û duyem bas bikin, û ya sêyem jî nûner û dengê xwe heye, ku renge gellek ji vê hez neke ku bê nava vê basê de, û bi baweriya wê, ew bas ne serekî be.

Mafê Neteweyî û bingehên wê ên teorî

Beşeke zaf ji hêzên Kurd ên Rojhilat xwediyê dîtingeha yekem derheq hebûna neteweyan di Îranê û pênaseya xwe bo neteweya Kurd in. Bi watayeke din ji dîtingeha wan hêzan ve di Îranê de çendîn netewe hene, ku Kurd jî neteweyek e ku xwediyê maf û xaka xwe ye. Ji dîtingeha wan hêzan ve neteweya Kurd xwediyê vî mafî ye ku xwe xaka xwe îdare û hukm bike, renge dîtingeha wan bo vî mafî cuda be. Bo mînak PDKÎ di vê çarçoveyê de, ku îmkan û amdeyiya siyasî û jeopolîtîk û jeostratejîk bo cudabûna ji welatê Îranê nabîne, û di çarçoveya erdnîgariya siyasî ya Îranê de li pey bersivê bo mafê binpêkirî ê Kurd digere û dixwaze ku Kurd îradeya neteweyî bi ser xak û xelkê xwe de cîbicî bike û welatê Îranê jî şûnas û nasnameyek nû hebe ku tê de neteweyên cuda bi wekhevî tê de dijîn, û renge bersiv ji bo vî mafê cuda hebin. Bo Mînak PDKÎ di vê çarçoveyê de ku îmkan û amadeyiya siyasî û jeopolîtîk û jeostratejîk bo cudabûna ji welatê Îranê nabîne, di çarçoveya erdnîgariya siyasî ya Îranê de li pey bersivê bo mafên binpêkirî ê Kurd digere, û dixwaze ku Kurd îradeya neteweyî bi ser xelk û xaka xwe de bi kar bîne, û welatê Îranê jî nasnameyeke nû hebe, ku tê de neteweyên cuda bi awayekî wekhev tê de dijîn.

Digel vê yekê jî bi eşkereyî mêjdem e ku PDKÎ bas kiriye ku hekî kurd di Îranê de daxwaza welatê xwe ê serbixwe bike, û heta bixwaze ku digel beşên din ên kurdistanê de yek bigre, ne tenê tawan nekiriye belkû mafeke rewa yê xwe ye, û ew yek yekgirtina Kurdistana bizorî dabeş kiriye.

Hêzên Kurdî ku di çaroveya erdnîgariya siyasî ya Îranê de li pey çareseriyê digerin gellek xwezayî ye ku li pey hevpeymanetiyê jî bigerin.

Serdemekê di qonaxên dîrokî de Kurd li ser vê baweriyê bûn ku “Hêzên çep ên sertaserî” li gora bingeha fikrî ya xwe hevpeymanê neteweya xwazyarê mafê kurd dibin, lê piştre mînaka Hizba Tûde me dît ku tenê karê wan xiyanet bi mafê neteweyan, û hewldan bo jirêderxistina xebata Kurd bû.

Kurd bona domandina xebata xwe, û bo serkevtina bi ser dijminê serekî wate Komara Îslamî de, û ji bo garentîkirina deskevtên piştî rûxana Komara Îslamî hewcehî bi hevpeyman heye, û ji vê dîtingê ve her hêzek renge xwendineke cuda bo cure û şêwaza hevpeymaniyê hebe.

PDKÎ li ser vê baweriyê ye ku neteweyên belengaz ên Îranê wekî Belûç û Ereb û …hwd dikarin digel (dikarin digel dibe cuda ye!) hevpeymanê Kurd bin.

Herwisa li ser vê baweriyê ye ku ew hêzên li nava neteweya Fars de jî ku baweriya wan ya rastîn bi demokrasiyê hebe, tê kirin digel wan hevpeymanî bê pêkanîn, û palpiştê xebata rewa ya Kurd bin.

Di serdemên kevn de ku her neteweyek ku hêza çekdar û hejmara şerkerên zêdetir hebana dikarî nîştimana neteweyên din dagîr bike, yan jî di hember êrîşên dagîrkariyê de xweragiriyê bike, û welatê xwe biparêze, û di rastî de mentiq û lojîka ya hêzê bû.

-Niha cuda ji mentiq û lojîka hêz hekî bikarî di nava derfetên cîhanî û dîtingehên giştî de, deriyekê jî bo rewayiya maf û daxwaziyên xwe bibînî, dikarî digel xelkê din baxivî, û wekî Dr. Qasimlo digot, pêwîst e palpiştê siyasî ji bo xebata xwe bibînî. Ji vê dîtingehê ve ye ku gellek mêj ve ye PDKÎ û hêzên din bas ji carrnameya cîhanî û boçûnên serdem dikin. Eva cuda ji vê ku ew deskevtên cîhanî cuda ji palpiştiya bo xebata te, şêweya jiyan û îdarekirina baştir û serkevtîtir bi te dinasînin.

Hinek ji van deskevtên cîhanî pêk tên ji Mafê Mirovan, Demokrasî, Mafê Gelan, û Mafê diyarîkirina Qederê û …hwd. Yek ji wan belgeyên ku berdewam îşare bi wan tê kirin, carrnameya cîhanî ya mafê mirovan e, ku emên belengaz û zulmlêkirî dest pê ve digrin, û xwe wekî alîgirê wê nîşan didin.

Herçend ku ew carrnameya zêdetir bas ji mafê tak dike, û bo dabînkirina mafê tak deskevtekî pirr buhagiran e. Lê hinek xal tê de hene ku em dikarin pênaseyên mafê gelemperî û neteweyî jî tê de bibînin, û di rastî de bingeha felsefî ya mafên xwe di van belgenameyên cîhanî de destnîşan bikin.

Cuda ji carrnameya cîhanî ya mafê Mirovan belgeyeke din heye bi navê peymannameya mafên medenî û siyasî ku kêmtir bas jê tê kirin, û bo xwîner û çalakên siyasî di Îranê de kêmtir hatiye naskirin ku piştre emê îşarê bi sedema kêmtir nasyarbûna wê bikin.

Di vir de emê carê îşarê bi çend xalan ji vê peymanname û belgeyan bikin ku pêwendiya wan bi mafê girûp û kom ve heye:

Xala 15 ya carrnameya cîhanî ya mafê mirovan bas ji mafê neteweyî dike, ku Fars tenê pênaseya “Tebe`iyet”ê jê dixwînin, û emê Kurd jî dikarin pênaseya “Netewebûn”ê jê bixwînin.

Xala 15 dibêje:

Everyone has the right to a nationality.
No one Shall be arbitrarily deprived of his nationality nor denied the right to change his nationality.

Bi zimanê Farsî jî, di hinek ciyan weha hatiye wergerandin:

“ هر انسانی محق بە داشتن تابعیتی [ملیتی] است. هیچ احدی را نمیبایست خودسرانە از تابعیت [ملیت] خویش مەحروم کرد و یا حق تغییر تابعیت [ملیت] را از وی دریغ نمود.”

(Her Insanî Moheq bê daştenê tabi`îyetî (miliyetî) est. Hîç ehedî ra nemîbayist xodseranê ez tabi`îyetê (miliyet) xîş mehrûm kerd we ya heqê texyîrê tabi`îyet (miliyet) ra ez wêy derîx nimûd).

Di vê xalê de bi zelalî bas ji mafê xwe bi endamê netewezanînê dike, û aliyên siyasî û fikrî ên Farsî di piraniya herî zaf ya ciyan de pênaseya “Tabi`îyet” yan endamê welatekê bo “Nationality” kirine, ku dixwazin neteweyên din di Îranê de nezanin ku li gora carrnameya cîhan ya mafê mirovan ew dikarin daxwaza pênaseya taybetî ya neteweyî ya xwe bikin, û ew yek mafê rewa ê cîhanî ye.

Ji vê yekê zelaltir û girîngtir jî peymananmeya mafên siyasî medenî ye ku di 16.12.1966 (Sermaweza 1345)`an de hatiye pesendkirin û Îran jî sala 1347`an ew peymanname wajo kiriye.

Di vê peymananmê de gellek xalên girîng ên siyasî û medenî tê de hene, ku mafeke zaf bo girûp û civakan dabîn dike, lê di xala yekem ya vê peymanameyê de bi zelalî basê mafê neteweyan hatiye. Xala yekem ku mafan diyarî dike eva ye:

All peoples have the right of self-determination. By virtue of that right they freely determine their political status and freely pursue their economic, social and cultural development.

Wateya wê ya Kurdî jî ew e:

“ Hemû gel xwediyê mafê diyarîkirina çarenûsa xwe ne. Li gora vî mafî gel dikarin bi azadî rewşa siyasî ya xwe diyarî bikin, û bi awayekî azadane dikevin pey vegeşiyana aborî, civakî û kulturî ya xwe”.

Di vê xalê de bi rohnî bas ji mafê diyarîkirina çarenûsa bi navê “People” kiriye, ne basê tak û ne basa neteweya xwediyê dewletê ku zêdetir bi “Nation” tê naskirin, belkû bas ji “gel” dike, gelo niha dewlet hebe yan na girîng nine.

Her li ber van mafên giştî û kom e, ku bo gelan û civakan bi rewa hatiye zanîn, û di peymannameya mafên medenî û siyasî de hatiye ku ronakbîr û siyasiyên Fars gellek bas ji vê peymannameyê nakin, û her ku basê mafê diyarîkirina çaenûsê dikî, dibêjin ku ew maf bo neteweya xwedî dewlet hatiye diyarîkirin, bi baweriya wan neteweya destçêkirî ya Îranê ye ku xwediyê vî mafî ye, ne Ereb û Kurd û Belûç.!...hwd.

Heya vir bi baweriya min bingeheke siyasî û felsefî û stratejîk me bo pênaseya xwe û mafên neteweî bas kiriye, û bi vî rengî em rewayiyeke cîhanî jî didin daxwaziyên xwe. Lê ya ku girîng e û dixwazim ku bas bikim çewtekariyek e ku hinek ji lênihêrînên nava Farsan de ku lênihêrîneke şovenîstî bo pirsan hene, û di nava rewşa siyasî ya Îranê de bi cih kirine, ku ew çewtekariya pêk tê ji çêkirina çemk û têgehekê bi navê “Hêfzê Temamiyetê Erzî” (Parsatina yekparçeyiya Erzî), ku wisa nîşan didin ku ew çemk û destewaje tiştekî cîhanî ye û di belgeyên mafê mirovan de jî hatiye, û her çalakekî siyasî ê Îranê dibe pê pêbend be!.

(Dawiya beşa 1).
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 315 Dî wê hejmarê de:

-Birca Babil
-Felsefeta “Heq” û yekparçeyiya Herêmî (Beşa 1)
-Bandora hêriş û pîlanên Heşdî Şeibî- Îraq,Îran,Turkiye li dijî Kurdistanê