Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birca Babil

14:15 - 7 Kanûna pêşîn 2017

Kerîm Perwîzî

Bûyerên kevn ên dîrokî û heya ustûre jî dibêjin, bona vê ku tu civakekê lawaz bikî, da ku bixwe ber bi rizîn û herifînê ve here, ya baş ew e ku tu şer û nexweşiyê bixî nava wan de, û wan mijûlî kêşeyên navxweyî ên wan bixwe bikî, da ku hem kêşeya serekî ji bîra wan here, û hem jî bixwe di nav xwe de koka hev biqelînin.

Di nava ustûreyên Îbrî û Erebî de hatiye ku şaristaniyeta Babil şaristaniyeteke mezin û geşekirî bû, û ew qas bihêz bibûn ku bircên bilind ava dikirin, da ku paşayê Babil li ser serê bircê hemû cîhanê bibîne! (Li gora ustûreyan ew karê wan singê xwe li singê deshilata xwedayê wê demê dida, û deshilata xwedayê Babilê dibire jêr pirsyarê!).Lewra Xwedayê Babilê ajawe û nexweşî xiste nava Babiliyan de, û her yek ji wan bi zimanekî diaxivîn, ji yektir halî nedibûn, û êdî nekarîn ku pêkve kar bikin, û nekarîn bircê tewaw bikin, û ew qas mijûlî hevûdin bûn ku êdî haj derdora xwe nebûn, û şaristaniyeta wan wêran bû, û dijminên Babilê hatin, û welat dagîr kirin.

Ew ustûreya rênîşandera dijminên Kurd e, di dîrokê û di derbazbûyiya nêzîk û niha de jî. Komara Îslamî mînaka herî berçav ya van cure siyasetan e, û niha jî dewleta Bexdayê ku dirêjkiriya Komara ÎSlamî ye, heman siyasetê bi rê ve dibe.

Siyasetek ku di nava demûdezgehên pîlandarêj ên Komara Îslamî de pilana wê tê darêtin, û di nava Kurd de jî tê belavkirin, ku gotina îmkana wê nine ku Kurd pêkve teba bin, û kêşeya mezin ya Kurd ew e ku her navçe û her eşîre û her girûpek bo aliyekî de radikêşe, û Kurd qet nikarin li ser berjewendiya bilind ya neteweyî li hev bikin. Ew siyaseta berdewam û bi awayên curbicur tê ducarîkirin, û dixwazin vê yekê bikin mijareke qebûlkirî û di nava hemû girûp û rêkxirawên siyasî û ferhengî û civakî ên Kurd de, û di rastî de di nava dên (zêhn, hiş) û mêjiyê Kurd de wisa biçeqînin, ku Kurd berdewam di navxwe de mijûlî kêşeyên navxweyî bin.

Bi xatircemî ve kêşe di nava civaka Kurd de hene, û nabe em çavên xwe di hemberî van kêşeyan de li ser hev danên, lê eva nahê vê wateyê ku kêşeya serekî û pirsên bingehîn bêne jibîrkirin.

Her di van rojan de dewleta Bexdayê jî ku bixwe hezar û yek kun û şeq tê de hene, û hemû pêkhateyên din cînosayd kirine, û di navmala Şî`eyên alîgirê dewletê de jî, hezar kêşe hene, lê di axavtinên wan de, wisa tê xûyakirin, ku kêşeya serekî yeknebûna Kurd e, û hekî Kurd hemû pêkve bin, ewê guh bidin gotin û daxwaziyên wan!.

Komara Îslamî bi xwe ew qas kêşe û çend desteyî tê de hene, ku wisa lê hatiye her kes dibe serkomarê vê rejîmê bi hezaran du`ayan dike, ku dewreya wê bi dawî nehê, hekî ne piştî serkomariya wî, yan wê bihê kuştin, yan jî di mala xwe de wê bê destbiserkirin!. Mînaka herî taze jî xendiqandina Refsencanî û hawarbirina li ber şah “Ebdul`ezîm” û “Arbeba” ji aliyê Ehmedîijad û alîgirên wî ve bû. Ew hemû çend desteyî û ajantiyên wan li ser hevdu, û reviyana 7 kur û keçên wan bo Birîtanya û Amerîka û ….hwd jî, bila carê her bimîne!

Rejîma Komara Îslamî û dewleta dirêjkirî ya Tehranê li Bexdayê bi hêza biyanî û bi deynên cîhanî li ser piyan sekinîn, lê li ,ber vê ku Kurd singe xwe li singe deshilatên Tehran û Bexdayê daye, dixwazin Kurd bi xwe ve mijûl be, û kêşeya serekî ji bîr bike.

Pirsa serekî di Îranê de ew e ku Komara Îslamî deskevtên şoreşa gelên Îranê bi talan biriye, û bi fermana cîhada Xomêynî Kurdistan dagîr kiriye, eva heye şêweya dagîrkeriyê, bi piştevaniya mezinhêzên wekî Rûsiyê ye, û heya rewşa dagîrkeriyê venegere paşve, pirsên din serekî nînin. Herwekî çawa li Îraqê jî eva ku Bexdayê cihgir kir, bi Heşda Şe`ibî ya ser bi Spaha Pasdaran û bi çekên biyanî bû, ku beşeke Kurdistanê dagîr kiriye.

Civaka Kurdistanê di her beşekê de, dibe cudahiyên navxweyî bibîne, lê wekî xelkê Babilê lê nehê, ku ew qas mijûlî navxwe be, ku dijminê serekî bîra xwe bibe.