Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Samana welat bo terorîstan, wêranî û paremayîn jî bo Kurdistanê

14:17 - 7 Kanûna pêşîn 2017

Elburz Royînten

Bûyerên sirûştî di biyava mirovî û ziraran de dilhejîn in. Bizav û tekoşîna dewletên dunayayê ji bo pêşgirtin û çareseriyan di dema `bûyeran de xizmetek berbiçav bi xelkê digehîne.

Lê mixabin li Kurdistanê de bi sedema hebûna rejîma dijî mirovî ya Komara Îslamî ve, ew rastî pir cudatir in. Ji ber ku li vir dewlet ne tenê tu karekê ji bo pêşgirtin yan çareseriya pirsgirêkan û gihandina alîkariyan nekiriye, belkî bi riyên cuda cuda ve dijberiyek rasterast jî kiriye.

Ger em basa bernameya dewletê li dor van pêşgîriyan bikin, xuya dibe ku dewlet tevî xemsariyan, tawanbar e jî. Ji ber ku avahî û bînayên xizmetguzariyê wekî nexoşxane û qutabxane, berî her cihên din herifyane û zirar dîtine. Li demekê de ku dibe ew cih, bi standerên herî baş hatibin avakirin, lê xuya ye ku dewlet li vê derheqê de pir tawanbar e. Cuda ji wê jî, pirojeyên hikûmetî wekî awahiyên “Mesken Mêhr” yekî din ji kêmkarî û xemsariyên hikûmetê li vê derheqê de nîşan dide ku zêdetirîn zirar dîtine.

Piştî qewmîna bûyerê, bernameya rizgarkirina xelkê û hevkarî kirina wan, tesîr û karîgeriyek mezin li ser kêmkirina ziyanan heye, lê di yekem demên qewmîna bûyera Kirmaşanê de, bernameya dewletê ji bo veşartin û peçavtina bûyerê û kûrahiya xesarên wê, zirara herî mezin ji wê devera erdhejlêdayî re gihand.

Çûnkî li ser bingeha berfirehiya bûyerê û statîstîkên qurbanî û zirardîtiyan û herweha rûbera deverên xesardîtî, dikare bername û pilanek jêhatî bona rizgarkirina xelkê û gihandina alîkariyên hewce bihên danîn. Dewleta Îranê bi sedema nerîn û mentalîteya ewlehî derheq deverê, nedixwast rastiyên vê trajîdîdiyê eşkere bibin, lewre merem û armanca mirar û berqest ya rejîmê derheq pêrenegihîştin û rizgarnekirina bilez û hewce ya birîndar û jêrkavilan, eşkere bû.

Lê gava ku di torên civakî de kûrahiya vê bûyera trajîdîk derket, û şeqama kurdî zû ji niyet û armanca xirabe rejîmê derheq dijberîkirina bi wê deverê re haydar bû, karwana gel bona gihandina alîkariyan û afirandina hemaseyê dest pê kir. Lê her zû, nûçe û raporên weha belav bûn ku Sipaha Pastaran û rejîmê cehda dizîna alîkariyên xelkê û enbarkirina wan di padigan û nawendên leşkirî ên xwe de dane! bêguman dijberiyên wusa, tenê ji bejna rejîma terorîstî ya Komara Îslamî ya Îranê diveşe û li tu cihek din de nehatiye dîtin ku alîkariyên xelkê ji lêqewmayan re, bihên dizîn, ew jî ji aliyê hikûmetê ve!

Niha piştî borîna midehek zaf bi ser wê bûyera dilêş û trajîk re, xelkê deverê li gelek biyavan di jêr givaşan de ne û sir û seqema Zivistanê, barîna baranê û nebûna êvirgeh û nemaze xîwetan, lêqewmayên deverê xembar û nîgeran kirine.

Li halekê de ku zivistanek sext û dijwar li pêşberî me de ye, nebûna pilanek diyarkirî bona avedankirin û vegeşandina deverê ji aliyê rejîmê ve, nîgeraniyên xelkê duqat zêdetir bûne.

Li vê navberê de alîkariyên sînordar yên rejîmê jî ku xuya nake çiqas ji wan gihîştine destê lêqewmayan, bi xwe cihê gumanê ye, lê ji aliyê rejîmê û dezgehên ragihandinî ên wê ve, tên mezin kirin, û ger ku bi rêjeya alîkariyên rejîmê bi rêxistinên terorîstî û girêdayî xwe li deverê de bên nirxandin, tê dîtin ku çawa saman û heyîna welat ji xelkê Kurdistan û Îranê re tê dizîn û talan kirin û bi rêxistinên terorîstî re tê bexşîn.

Li demekê de ku lêqewmayên erdhejê qala nebûna hewcehiyên herî destpêkî dikin û ger xelkê xwebexş ên Kurdistanê nebûna, niha di rewşek pir xerabtir de dibûn; di wîdyoyek Hesen Nesrula, rêberê Hizbulaha Lubnanê ku pêştir belav bûye, tê dîtin ku çawa bas ji ast û rêjeya zaf ya hevkariyên Îranê bi rêxistina xwe re dike û hemû aliyekê xatircem dike ku hemû xerc û têçûyên leşkirî û locestîkî û herweha mûçeya wê rêxistinê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve tê mezaxtin.

Ger tenê mûçeya yek meh ya hêzek wusa mezin wekî mînak bigrîn, ku tenê nimûneyek ji hezaran xerciyên din ên rejîmê ji rêxistinên terorîstî ye, em dibînin ku bi mîlyonan dolarî dike û dikare, nek devera erdhejlêdayî avedan bike, belkî dikare gelek parêzgehên din jî ku egera çêbûna erdhejê têde zaf e, bi awayekê bên nûjen kirin ku li hemberî van bûyeran de tûşî kêmtirîn ziyanan bibin. Lê ewlewiyeta rejîma Komara Îslamî, alîkariya tevalî ya rêxistinên terorîstî ye, nek gihandina alîkariyan ji xelkê Kurdistan û Îranê re û çareserkirina pirsgirêkên wan.

Lewre carek din jî, ji xelkê re eşkere bûye ku heya wê dema ku rejîma Komara Îslamî li ser kar bimîne, saman û dahata xelkê Îranê ji teror û terorîstan re dibe û bo hewcehiyên wan tê mezaxtin û wêranî, belengazî û paremayîn ji bo welat û hevnîştimaniyan re dibe.