Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehîdê me yê zindî, wateya jiyana şoreşgerane dibexşe neteweya xwe

15:48 - 7 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Mamosta Mela Hesen Şîweselî şehîdê zindî ê neteweya me bi îrade û moraleke bihêztir ji derbazbûyî ji bo pêşerojê, banga azadî û cesûriyê di guhê pêşmergeyên Kurdistanê de dixwîne.

30 salan berî niha rejîma kedxwar û serberedayî û terorîst destê tawankariyê dirêjî ser Kurdistanê dike, û xortên xwe dike armanca pîlanên xwe ên qirêj, lê bêxeber ji vê ku xortên vê neteweyê çiya li pişta wan in, û lûtkeya çiya jî bo xwe veşartinê nabe, lewra hertim mizgîniya azadî û berxwedanê ji bo neteweya xwe wekî diyarî tînin.

30 salan berî niha di roja 16`ê Sermaweza 1366`an de, du terorîstên rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi navên Semed Kajeyî û Hesen Remezanî bi anîna pirtûkeke bomberêjkirî bi navê “Dan Çermû” ji nivîsîna “Jack London”, ku dane destê xebatkarê naskirî mamosta Mela Hesen Şîweselî endamê pêşîn ê Komîteya Navendî û fermandê hêza “Giyareng” ya wê demê, û di encama teqîna vê bombeyê de, mixabin mamosta Mela Hesen bînahiya herdu çavên xwe ji dest dan, û beşek ji laşê hesinîn ê wî birîndar bû.

Kiryara terorîstî ya rejîma Îranê eşkere kir, ku heya çi qasekî ew ji Mela Hesen ditirsin, jiber ku ew kesekî yekcar hezkirî di nava gelê xwe de bû, û fermandeyekî leheng û xwedî şiyan bû, û rejîma Îranê ji destê wî fermandeyê gernas û leheng de nedizanî çi riyekî bigre pêşiya xwe, ji bilî hawarbirina li ber terorkirina wî.

Mela Hesen Şîweselî mamosta û fermande û pilandarêj û şehrezayê piraniya çiya û nevalên Kurdistanê bû, û sedan destanrêsî li dijî dagîrkerên Kurdistanê afirandin.Di biyavê siyasî de jî ew kesekî siyasî û jîr û xwedî ezmûn û qehremanê reşçalên rejîma paşatiyê bû.

Rast e dijmin karî vê derba xwe ya jehrî biweşîne, lê nekarî mamosta bixe qedeman, û ew niha jî her wekî çiyayên serkêş ên Kurdistanê li ser piyan e. Niha jî wî arşîveke dewlemend ji dîroka hizba xwe û rêberên xwe di mêjiyê xwe de hilgirtiye, û hêz û şiyana wî ya bîrkirin û axavtinê kêm mînak e.

Di kongireyên 13, 14, û 15`an a PDKÎ de, ji bo rêzgirtina ji xebat û qehremanetiya Mamosta Mela Hesen wekî dostê emegdar ê Dr. Qasimloyê şehîd, wekî endamê îftixarî ê Komîteya Navendî ya PDKÎ hate hilbijartin.

Di salvegera vê karesatê de, tevî rêzdanan û serîtewandina di hemberî bejna mamostayê gernas û leheng, em peymana emegdariyê digel rêbaza hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê nû dikin.