Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zerab: Wî zêdetir ji 100 milyon Dolarî bo dewrlêdana tehrîman wergirtiye

14:39 - 8 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Ragehandinên Tirkiyê ragehandin ku di Tirkiyê de, dest bi ser balafira taybetî û hejmarek ji kompaniyên Riza Zerab de hate girtin.

Tirkiyê pêştir oltîmatom dabû ku ewê dest bi ser mal û heyiyên vî bazerganê Îranî-Tirkiyeyî û kesûkarên wî de bigre. Çend demjimêran piştî birêveçûna 6.mîn civîna dadgeha pêragihîştina bi dosiyeya binpêkirina tehrîmên Îranê, ji aliyê berpirsên payebilind ên siyasî û aborî ên Tirkiyê ve, ku Zerab wekî şahid li derbarê wan di dadgeheke Amerîkayî de şahidî da, Tirkiyê ew biryara xwe cîbicî kir.

Di civîna vê carê ya dadgehê de, dengê Zerab yê ku hatibû guhdarîkirin, ji aliyê dadweran ve hate belavkirin, ku tê de Zerab bas ji navê çend kes ji berpirsên rejîma Îranê û bas ji çend navendên Îranî dike.

Piştre Zerab qebûl kir, ku wî digel Rostem Qasimî Wezîrê Neftê yê dewleta Ehmedînijad, û digel Mehmûd Behmenî serokê pêşîn ê Banka Merkezî ya Îranê hevdîtin hebûye.

Riza Zerab meha borî çend tohmetên li ser xwe wekî binpêkirina tehrîmên Amerîkayê, xapandinên bankî, spîkirina pere û dana rişwetê bi gardiyanên gitîgehan bo dana Elkolê bi girtiyan, û bikaranîna telefonê di girtîgehê de qebûl kiribû.
Heya niha Riza Zerab eşkere kiriye ku:

-Serkomarê niha yê Tirkiyê Erdoxan îzna dewrlêdana tehrîmên Îranê daye wî û hevkarên wî.

- “Banka Zera`et” û “Wakîf Bank” (Waqif Bank) a Tirkiyê rola wan di dewrlêdana tehrîman de hebûne.

- Mihemed Hakan Atîla birêveberê “Halk Bank” a Tirkiyê alîkariya wî kiriye.
- Wî rişwet daye birêveberê pêşîn ê “Halk Bank”ê Silêman Eslan jî.

-Wî bona veguhastina zêrê Îranê, 50 milyon Dolar rişwet daye Mihemed Zefer Çaxlayan Wezîrê Berê ê aboriya Tirkiyê.

- Perê neft û gaza Îranê ji riya Halk Bank ve dane zêr, û ji wir ve şandine Dobêy bona vê ku bifroşin yan bikin perê kaş.

-Wî hewl daye ji riya Çînê ve jî, tehrîmên Îranê dewr lêde, lê dewleta Çîn di dawiyê de pêşiya wî karî girt.

- Wî zêdetir ji 100 milyon Dolarî bo dewrlêdana tehrîman wergirtibû.

Serdozgeriya Amerîkayê, Riza Zerab tohmetbar kiriye ku di navbera salên 2010-2015`an alîkariya dewleta Îranê kiriye, da ku bi sedan milyon Dolarî ji heyiyên wan bona dewrlêdana tehrîman bi kar bînin.

Tê gotin ku aliyê kêm wê 10 civînên dadgehê bi rê ve herin, û Riza Zerab di van dadgehan de bas ji şêweyên curbicur ên spîkirina pere (pûlşûyî), û bas ji kesên şexsî û dewletî bike, ku kar kirine bo dewrlêdana tehrîmên li ser Îranê.