Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê erdên Ereban dagîr dike

14:51 - 9 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Di demekê de ku rejîma Îranê biryara Tramp derheq Urşelîmê wekî dagîrkirin bi nav dike, lê bi xwe dest bi ser erdên Erebên Îranê de digre.

Hejmarek ji Erebên Ehwazê roja Înê 8`ê Desamberê di hemberî dagîrkirina erdên xelkê gundê “Celîziya Serê” di navçeya “Deçê El-ebs” di Başûra parêzgeha Îlamê ji aliyê rejîmê ve,û herwisa êrîşa li ser jinên Ereb ji aliyê hêzên ewlekariyê ve meşeke nerazîbûnê lidar xistin.

Erebên Ehwazê di vê meşa xwe de li dijî dagîrkirina erdên gundê Celîzî dest bi dana diruşman li dijî rejîmê kirin, û êrîşa li ser jinên Ereb û destbiserkirina wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundî mehkûm kirin.

Roja Sêşemiyê 5`ê Desamberê yek ji saziyên girêdayî arteşa Îranê, bi hêceta vê ku ew zewiyên ku xelkê gundê Celîziyê li ser kar dikin yên wan in, bi alîkariya hêzên ewlehiyê êrîşî ser jinên Ereb ên vî gundî kirin, ku di encama vê êrîşê de gellek ji wan rastî lêdanê hatin, û bo nexweşxaneyê hatin veguhastin. Lê piştre hêzên ewlehiyê êrîşî ser nexweşxaneyê jî kirin û çendîn jin destbiser kirin.

Rojekê pêştir jî hêza Întizamî bi dehan trombêlên leşkerî êrîşî ser xelkê vî gundî kiribûn û 50 kes destbiser kiribûn.

Çalakên Ereb ragehandine ku ew kiryara rejîmê ya dagîrkirina zewiyên Ereban, pirojeyeke dirêjheyam ya rejîmê ye bona guherîna demografiya herêmên Ereban.

Saziya Mafê Mirovan ya Ehwazê bi weşandina daxuyaniyekê ragehand ku erdên dagîrkirî ji aliyê rejîmê ve heya niha bi qasî çar hezar hiktarî dibin.