Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên bajar pîrozbahiya 26`ê Sermawezê ji pêşmergeyên çiya kirin

14:34 - 16 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Desteyek ji pêşmergeyên can li ser dest ên bajar, bi boneya hatina roja 26`ê Sermawezê roja pêşmergê Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê û nûkirina peymanê ji pêşmergeyên çiya re şandin.

Deqa peyama wan bi vî awayî ye:

Digel silaveke germ û şoreşgerane

(Pêşmerge bilindtirîn sembola cesûrî û zanayiyê ye)


Di roja 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê de, em silavan dişînin bo we pêşmergeyên qehreman û têkoşer ên PDKÎ, û pîrozbahiya vê roja dîrokî ji we dikin.

Pêşmerge remza mana gelê Kurd e, û parêzerê nirx û buhayên mirovî ye, pêşmerge yadigarê binirx ê Komara Kurdistanê ye ku heta îrorojê di çeperên xebata li dijî hikûmeta navendxwaz û terorîst a paşayetî û Îslamî ya Îranê de maye, û em li bajarê Seqizê digel hemû pêşmergeyên qehremanb û can li ser dest ên çeperê, peymanê nû dikin, û qewl didin we, ku wekî hertim palpişt û hevkarê we bin, û tu demekê ji hewlên xwe bo lawazkirin û herifandina rejîma terorîst ya Îranê kêm nekin. Em qewl û soz didin ku Rasanê li bajar de li dijî dagîrker berdewam bikin, heya neteweya Kurd li Rojhilat bigihîje armancên xwe. Silametî û kêfxweşiyê ji we re dixwazin, û em hêvî dikin, ku di Kurdistaneke azad de, em bi dîtina hev şa bin.

Hezaran silav li pêşmergeyên xweragir ên çeperê

Beşek ji endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê