Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan bi awayê hertimî rêz ji pêşmerge digre

14:50 - 16 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi awayê hertimî rêz ji roja “Pêşmergê Kurdistanê” digirin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera Kurdsitanmedia, ciwanên Demokrat di bajarê Bokanê de, bi boneya 26`ê Sermawêzê roja Pêşmergên Kurdistanê, çalakiyên teblîxî encam dan.

Hevdem qehremanên Demokrat ji bo rêzgirtin ji roja Pêşmergê Kurdistanê, di gundên “Tengîser” û devera Jawaroyê de wêne û tiraktên taybet bi vê rojê belav kirin.

Di doma wan çalakiyên teblîxî de, bi boneya roja Pêşmergê Kurdistanê,desteyek ji ciwanên Demokrat di nav bajarê Dîwandere, Bîcar û li ser bilindahiya çiyayê “Pîr Mehmûd” alaya Kurdistanê û yûbîla PDKÎ hildan, û emegnasî û wefadariya xwe digel Pêşmergê Kurdsitanê dubare kirin.