Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seroka firaksiyona jinan di meclisê de: Di hinek ji navçeyên Îranê de, keç li jêr navê zewacê de têne firotin

14:52 - 17 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Seroka firaksiyona jinan di meclisa Îranê de ku hevdem nûnera xelkê Tehranê ye di meclisê de, di hevdîtina bi Ayetullah Mihemed Elî Giramî ji lêvegerên Şî`e (merce`ên teqlîd) re, bas ji firotina keçên kêm temen li jêr navê zewacê de kiriye.

Perwanê Selehşûr digel rexnekirina zêdebûna zewacê di temenê zarokatiyê de got: %50 a wan zewacên ku di temeneke kêm de têne kirin, encama wê dibe ew ku, %70 ji wan tûşî nesaxiya seretanê bin.

Di sala borî de, alîkarên serkomar di biyavê karûbarê jinan de, hinek lêkolîn bona amadekirina riyên fiqhî bona dijberiya digel zewaca zûdem ya keçan dest pê kiribûn. Hevdem di firaksiyona jinan de jî hewleke wisa hebû ku temenê zewacê di yasaya medenî ya Îranê de destkarî bikin, lê wisa xûya dike ku ew hewlên wan negihîştin çi ciyekî.

Herwisa seroka firaksiyona jinan dibêje, li gora rewayiya zewaca zarokan di ehkamên şer`î de, pejirandina yasayekê li dijî van cure zewacan, di meclisê de gellekî zehmet e.

Li ser bingeha yasaya medenî ya Îranê, temenê zewacê bo keçan 13 sal û bo kuran 15 sal e. Zewaca keçên kêm temen di Îranê de berçav e. Serjimêriyên kodik (saziya sebtê ehwal) nîşan didin, ku ji sala 1383`an ve heya 1393`an nêzî 420 hezar keçên bin 15 saliyê di Îranê de zewicî ne.