Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan hatiye dagîrkirin

14:02 - 18 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: “Osman Baydemir” parlemantar û berdevkê fermî yê Partiya Demokrat a Gelan (HDP)ê ragehandiye ku, hekî Felestîn hatiye dagîrkirin, gelo çi bi serê Kurdistanê de hatiye?

Li gora raporên belavbûyî “Osman Baydemir”, parlementar û berdevkê fermî yê Partiya Demokrat a Gelan (HDP)ê di civînekê de bas ji vê yekê kir ku: hekî Felestîn hatibe dagîrkirin, gelo çi bi serê Kurdistanê de hatiye? Gelo Kurdistan belengaz nine, û gelê Kurdistanê nehatiye serkutkirin? Niha li bajarê Bitlîsê kîj şaredar heye ku nehatibe giritin, ji aliyê AKPê ve? Lê ma ev yeka dagîrkerî nine?

Baydemir di beşeke din a axavtinên xwe de ji AKP`ê re dibêje ku: Gelo pirsa Kurd ji bo te pirs nine? ku te dest bi ser 96 şaredariyên Kurd de giritiye, û ew dagîr kirine.

Ev axavtinên Baydemir yên vê dawiyê di demekê de ne, ku di çend rojên derbazbûyî de, “Receb Teyêb Erdoxan” serkomarê Tirkiyê, nîgeraniya xwe derheqê biryara serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê ji bo nasandina “Urshalim” (Jerusalem)ê weke paytextê Îsraîlê anî ziman, û ev biryara wekî dagîrkirina Felestînê hesiband.

Her di vê pêwendiyê de, li çend rojên derbazbûyî di girte “video”yek de, ku li ser rûpela fermî a Osman Baydemir belav bibû, cêgira serokê parlemantoya Tirkiyê ku di cihê serokê Parlemantoyê de civîn bi rê ve dibir, bi awayê pêkenîn ji Baydemir pirs kir ku “Kurdistan li kuderê ye”?

Baydemir di bersiva vê axavtinê de, di nav salona parlemantoya Tirikiyê de, destê xwe li ser dilê xwe dandinê, û bi dengekî bilind dibêje ku: “Kurdistan di nav dilê min de ye”, ev bersiva Baydemir cêgira serokê parlemantoyê û parlemantarên din mat û bê deng dike.

Piştî axavtinên “Osman Baydemir” ku derheqê Kurdistanê de bersiveke tund dabû cêgira serokê parlemantoya Tirkiyê, “Xusro Kurdpûr” çalakvanê mafê mirovan, û xelkê Kurdistana Rojhilat jî di peyamekê de, ku di torên civakî de belav kiriye, gotiye ku: “Heyanî em di Kurdistanê de hebin, çeperên xebatên sivîl yên neteweya Kurd nayên dagîrkirin, û Kurdistan warê bab û kalan û heta-hetayî yê me bûye û dibe jî”.