Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 26`ê Sermawezê di navenda 3 ya Kurdistanê de hate lidarxistin

13:50 - 19 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Ji bo rêzgirtin ji roja “Pêşmergê Kurdistanê”, rêûresmek di navenda 3 ya Kurdistan de, bi beşdariya beşeke berçav ji kadr û pêşmergên hizbê hate lidarxisitin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 26`ê Sermaweza1396`an, bi beşdariya beşek ji kadr û pêşmergên hizbê û malbatên pêşmergan, rêûresmek ji bo rêzgiritn ji roja 26`ê Sermawezê, roja “Pêşmergê Kurdistanê”, li navenda 3 ya Kurdistanê hate birêvebirin.

Rêûresm bi xwendina sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtina deqeyekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre” Îdrîs Hormozî” endamê rêveberiya Navenda 3 peyama taybet a Navenda 3 pêşkêşî beşdarên vê rêûresmê kir.

Piştre sirûda “Pêşmerge tu sengerî” ji aliyê koma muzîkê ya Navenda 3 a Kurdistanê (Cejinekan) ve hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, peyama Yekîtiya Jinan û Ciwanan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê xatûn “Zekiye Sidqî” endamê rêveberiya Yekîtiya Jinan li Navenda 3 a Kurdistanê hate pêşkêşkirin.

Paşan helbesteke pêşmergane (şoreşgerî) ji aliyê helbestvanê pêşmerge mamosta “Bêbeş” û herwiha helbesta bi navê “ji bo dozê” ji aliyê “Hikmet Nebîzade” ve hate xwendin.

Rêûresm bi şahî û dîlana koma dawetê ya bi navê “Aso” û şahî û govenda giştî dawî pê hat.