Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Çiya” peyama pîrozbahiya roja “Pêşmergê Kurdistanê” ji “bajar” re şand

22:30 - 19 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Rêûresma roja “Pêşmergê Kurdistanê” ji aliyê Hêza Taybet a PDKÎ ve li ser çiyayên Kurdistana Rojhilat bi rê ve çû.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê ji çiyayên Kurdistana Rojhilat ve ragehand, rêûresma 26`ê Sermawezê roja “Pêşmergê Kurdistanê” li ser çiyayên Kurdistana Rojhilat bi beşdariya beşek ji endamên rêberayetî, fermandeyên leşkerî û siyasî ên Hêza taybet, kadr û pêşmergeyên Hêza Taybet û mêhvanan bi rê ve çû.

Di vê merasimê de piştî xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel, Rehîm Mengorî fermandê Hêza Taybet a PDKÎ di çiyayên Kurdistana Rojhilat de, tevî bixêrhatinkirina mêhvanan, roja “Pêşmergê Kurdistanê” li hemû beşdaran pîroz kir.

Navbirî di beşeke axavtina xwe de got: “Neteweyek ku hêza xwe hebe, tu carî naşkê, û ew hêza ku gel pêre be, di dawiyê de ser dikeve, û piştevanê herduyan jî ev çiyane ne”.

Piştre Teymûr Mistefayî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya roja “Pêşmergê Kurdistanê” çend gotinek pêşkêş kirin.

Mistefayî ragehand: Em li vir kom bûne, da ku di vê roja dîrokî de, rêz ji pêşmergeyên xebatkar ên riya azadiyê, xortên cangorî û berevankarê gel û xaka nîştiman bigrin. Hekî bi sedema cangorîtî û bergiriya hêza pêşmerge di nîştimana me de nebûya, niha em bi tewahî hatibûn asîmîlekirin, û nîştimana me jî bo hertim dikete jêr çekmeyên reş ên dagîrkeran, û tu hêviyek ji bo rizgariyê tê de xûya nedikir.

Navbirî di beşeke din ya axavtina xwe de bas ji vê kir: “Rejîma kevneperest û dagîrker bona bêhêvîkirina xelkê Kurdistanê, oportonîstane wisa nîşan daye ku hizbên Rojhilat nemane, mixabin dostên me jî, ku ew pêngava berpirsane ya hizba me, zêdetir bona liberçavgirtina rewşa wan berçav hatiye girtin, hizbên Rojhilat û tevger û hêza pêşmergeya vê beşê lawaz hesibandine. Ji aliyekî din ve hebûne, û hene, kesên wisa ku xebata pêşmerge wekî hêcet ji bo serkutkariyên rejîmê anîne, û wisa piropagende kirine ku hekî xebata hêza pêşmerge nebûya, rejîma dijîgelî ya Komara Îslamî wê awrî daba Kurdistanê, û wê Kurdistan vegeşandiba, û bêkarî wê bihatiba çareserkirin, û Kurdistan jî wê avedan bibûya”.

Mistefayî herwisa bas ji vê kir ku: Ragirtina xebata çekdarî di vê heyama dirêj de, bes bû bo vê ku ew taqm tê bigihîjin ku rejîm ne tenê Kurdistan avedan nekiriye, belkû bi pîlanên hûr û pirrxerc û berfireh dest daye helandina nasnameya neteweyî û çandî ya Kurd, û bedela avedanî û pêkanîna derfeta kar, zêdetir ji berê Kurdistan kiriye armanc, û xelk ber bi hejariya zêdetir ve biriye.
Beşên din ên merasimê bi vî rengî bûn:

-Koma muzîk a “Rasan”ê, ya ser bi Hêza Taybet, stranek li jêr navê “Rojit pîroz bê pêşmerge” pêşkêş kir.

-Xatû Golbax Behramî helbestek bi vê boneyê pêşkêş kir.
-Rostem Cehangîrî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ lewheke rêzgirtinê ku ji aliyê Hêza Taybet ya PDKÎ ve bo endamên PDKÎ ji Komîteya Soran hatibû amadekirin, da destên Ramîn Umerzade berpirsê komîteya hizbê li vî bajarî.

-Behmen Dêhqan cihgirê fermandarê Hêza Taybet lewhên rêzgirtinê dane sê kes ji endamên Komîteya Soran bi navên Karwan Şerîf, Bêhzad Şêxzade, û Mistefa Sêleke.

-Du endamên din ên Komîteya Soran, bi navên Romêyl Umerzade, û Se`îd Rencber ji aliyê Xalib Hebîbî kadrê siyasî ê Hêza Taybet ve, lewhên rêzgirtinê wergirtin.

-Nizam Secadî stranek li jêr navê Nîştiman pêşkêş kir.

-Xatû Hewrîn Mengorî helbestek li jêr navê Pêşmerge pêşkêş kir.

-Du “kincgewr” bi navên Evîndar û Pêşewa stranek pêşkêş kirin.

Rêûresm bi çend tabloyên govend û dîlanê ji aliyê girûpa dîlanê ya “Zirêbar” ve bi dawî hat.