Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê li dijî rejîma Îranê biryar da

21:53 - 20 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Piştî eşkerekirina stratîjiya nû a Amerîkayê, ji aliyê “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê ve, navbirî rejîma Îranê weke gefek hesiband.

Li gora raporên belavbûyî, koşka spî derheqê stratîjiya nû a Amerîkayê ya ku derheqê rejîma Îranê belav kiriye, ragehandiye ku: Rejîma Îranê gef e, û dibe li hember vê rejîmê de bisekinin.

Di stratîjiya nû a Amerîkayê ya derheqê rejîma Îranê de hatiye gotin ku, cuda ji rejîma Îranê û girûpên terorîstî, Kureya Bakûr jî weke gef li ser Amerîkayê ye, û em dibe ku hemberî wan metirsiyane de bisekinin.

Bi awayê giştî stratîjiya nû a Amerîkayê ya derheqê rejîma Îranê û Kureya Bakûr de, di wan xalan de hatiye pejrandin:

-Ewê li hemberî wan metirsiyên ku hikûmeteke dîktator di Îranê de dirust kiriye, wê bisekinin.

-Dîktatoriya Kureya Bakûr û rejîma Îslamî a Îranê, bûye sebeba nearamiyê di deverê de.

-Kureya Bakûr û rejîma Îslamî a Îranê bûne gef li ser Amerîkayê û hevpemanên wê, herwiha bûne sebeba azardana xelkê wan welatan de.

- Rejîma Îranê piştevaniya girûpên terorîstî dike, û bi eşkere jî daxwaza jinavbirina me ji wan dike.

- Amerîka digel hevpêymanên xwe li hember girûpên terorîstî yên biyanî disekine, ku bûne gef li ser welatê Amerîkayê, ji nav wan girûpên terorîstî ku rejîma Îranê piştevaniyê jê dike, bo mînak girûpa terorîstî a Hizbullah a Lubnanê.

- Rejîma Îranê di seranserê cîhanê de, piştevaniyê ji terorê dike, û mifahê ji nearamiya welatan werdigre, ji bo berfirehkirina hejmoniya xwe ji riya girûpên terorîstî yên girêdayî bi xwe ve.

-Gefên saziyên terorîstî yên cîhanê û Îranê ev rastiya nînşan dane, ku Îsraîl sebebkarê pirsgirêkên deverê nîne.

-Digel hevpêymanên xwe kar dikin ji bo vê yekê ku rê ji rejîma Îranê bigirin da ku destê wê ji negihîje çeka navikî.

Di 22`ê Rezbera 1396`an de, serkomarê Amerîkayê derheq stratîjiya nû a xwe li hemberî rejîma Îranê de, ragehand ku du welatên Erbistana Si`ûdî û Îsraîl piştevaniya xwe ji vê helwêsta Amerîkayê ya li dijî rejîma Îranê ragehandine.