Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

26`ê Sermawezê dîroka hêzekê, ku bûye rûmeta neteweyekê

22:38 - 21 Kanûna pêşîn 2017

Îbrahîm Qasimîzad

Di sala 1984`an de, PDKÎ roja 26`ê Sermawezê wekî roja rêzgirtin ji ked û berxwedana Pêşmergeyên Kurdistanê destnîşan kiriye. Lewra ew roj ahte diyarîkirin jiber ku di vê rojê de, xebatkarên Kurd li bajarê Mehabadê êrîşî ser avahiyên rêjîma paşatiya Îranê kirin û di nav de Şarevanî û hemû saziyên dewletê xistin bin destê xwe de.
Bi vî rengî di wê rojê de, ango 26`ê Sermawezê, ne tenê dîrokek nû hate avakirin, belku tovê şoreşgeriyê li ser esasê xwedîderketin ji nirxên neteweyî û rûmeta gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê de hat çandin.

Di gel guhertinên ku li Rojhilata Navîn de çê dibin, gelê Kurd zêdetir ji caran pêwîstî bi rêkxistin û yekîtiya nav mala xwe hene, lewma Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di qonaxa nû ya xebatê û stratijiya xwe de pêngava ”Rasan” daye destpêkirin, û dubare hêza pêşmerge hem li çiya û hem jî li bajaran xistiye devrê. Ciwanên Rojhilatî bi germî pêşwaziya “Rasan”ê kirin, û her roj di erkên xwe yên neteweyî de, gavên ber bi çav davêjin.

Gelê me bi rênîşandan û pêşengtiya pêşmerge ji bo bidestxistina mafên xwe û bidestvegirtina çarenivîsa xwe, mil bi milê pêşmerge şoreşek nû meşandiye. Êdî bi derketina îradeya pêşmerge guman nemaye ku ne çiyayên Kurdistanê bêxwedî ne, ne jî bajar bê stargeh in.

Niha pêşmerge bibiryar e ku tekoşîna xwe ya di hundir û derve de bi xurtî bidomîne, heta digîje azadî û bexteweriyê li ser axa xwe ya azadkirî. Gelê Kurd hertim serî li hemberî dagîrkeriyê rakiriye, û bi pêngavên berxwedan û tekoşînê re, serkevtin bi dest xistiye.

Ji ber vê yekê dema ku em bizivirin ser tekoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, em bi rengekî berbiçav dibînin ku gelê Kurd li her derî û ji bona azadî, hebûn û rûmeta xwe li ser piyan e.

Mînaka herî berçav, erdheja vê daviyê li parêzgeha Kirmaşanê bû ku nîşan da çawan gelê me di demên tengasiyê de xwedî ji hebûna xwe derdikeve. Her wusan hemû buyerên din ku di perçeyên din ên Kurdistanê de diqewimin, nîşan didin ka çawan gelê kurd, bi ciwan, zarok, jin û kalên xwe ve, ango ji heftsalî heyanî heftê salî li her derî ji bona bidestxistina mafên xwe yên jiyanê û azadiyê li ser piyan e û ji nirxên xwe yên neteweyî xwedî derdikevin.

Di hemû civakan de derketina pêşengên siyasî guhertinên mezin di nav civakê de çê kirine. Pêşengên civaka kurdî jî ji wê yêkê bêpar nînin, lê şanaziya pêşengên Kurd ew e ku rojek ji rojan di nav refên pêşmerge de li ser çiyayên Kurdistanê pêşmergayetî kirine, her wisan zêdeyî ew guhertinên ku heta roja îro di civaka kurdistanê de hatine kirin, li ser destê wan rêberên pêşmerge hatine çê kirin.

Bêguman, ev weke kevneşopiyekê ji dîrokê herikiye heya gihîştiye roja me ya îro. Komara Îslamî ya dagîrker jî vê yekê baş dizane, ji ber wê hindê bi tundî li dijî her çalakî û serketineke Kurdan li her çar parçên Kurdistanê derdikeve.

Dema ku her ciwanek Kurd, van pirsan ji xwe bike û li bersiva wan bigere, wê gavê wê tenê riya tekoşîn û berxwedanê li pêşberî xwe bibîne. Ji ber ku dujminê gelê Kurd tu rêyên jiyanê ji bona me kurdan li holê nehiştine.

Ji bo bîrnîna wê rojê û bîranîna ked, emeg, hemase û xwebexşiya pêşmerge, em bejna xwe li ber mezinahiya peşmerge ditewînin û silavan ji bo malbatên serbilind ên şehîdan dişînin.