Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Felsefeta “Heq” û “yekparçeyiya Herêmî” (Beşa 2)

22:50 - 21 Kanûna pêşîn 2017

Kerîm Perwîzî

Têgeha çewt ya Yekparçeyiya Îranê


Hekî mirov di nava hemû belge û peymannameyên navneteweyî ên taybet bi mafê mirovan û mafê girûp û neteweyan de bigere, tiştekî bi navê parastina yekparçeyiya welat yan xakê nabîne.

Carrnameya cîhanî ya mafê mirovan ku serî heta binî bas ji mafê mirovan dike, û di hemberî destdirêjiyên dewletan de berevaniyê ji mirovan û civakan dike, ne tenê bas ji yekparçeyiya herêmî û van têgehên şovînîstî nake, belkû bi zelalî bas ji mafê mirovan bo hilbijartina cihê jiyanê, û heya di xala 28 a carrnameya cîhanî ya mafê mirovan de jî, bas ji serûberî û yasayeke navneteweyeî û civakî dike, ku dibe bo parastina mafê mirovan pêk bê, û mafê mirovan li pêş serweriya dewletan de dadinê, û ya serwetir mirov e, ne îradeya dewletan.

Peymannameya mafên medenî û siyasî û herwisa peymannameya mafên aborî û ferhengî û pirotokolên hevpêç her hemû jî bas ji mafê mirovan û girûpan û gelan dike.

Di rastî de eva ku di felsefeya vê peyman û carrnameyê de tê dîtin, pêk tê ji girîngîdana bi mirov, ne girîngîdana bi îradeya dewlet û herêma jêr deshilata wê de. Hekî ew deshilata jî li dijî demokrasiyê û dijîmirovî be, êdî eva rê dide nezma navneteweyî ku zextê jê re bîne, da ku mafê tak û girûpên jêr destê xwe de cîbicî bike.

Tenê cihek ku di belgeyên cîhanî de, bas ji dewlet û yekparçeyiya herêmî dike, belavoka NY ye.

Di xala duyem ya vê belavokê de ku pêkhateya NY bas dike, û welatên endamê vê rêkxirawê qebûl kirine, hatiye:

All members Shall refrain in their international relations from the threat or use of force against the territorial integrity or political independence of any state, or in any other manner inconsistent with the Purposes of the United Nations.

Ew xal dibêje:

Hemû endam di pêwendiyên navnetewyeî de xwe dûr digrin, ji bikaranîna gefan yan bikaranîna zorê li dijî yekparçeyiya herêmî yan serbixweyiya siyasî ya her dewletekê, yan bikaranîna her riyekê ku digel binemayên NY dijberî hebe.

Ew xal sê stûnên wê ên serekî hene ku berçav û zelal in:

Yekem bas ji dewletên endam dike.

Duyem bas ji pêwendiyên navneteweyî dike.

Sêyem çemk û têgeha yekparçeyiya herêmî di biyavê pêwendiyên di navbera dewletan de hatiye pênasekirin. Da ku bi vî rengî sînorê deshilata her dewletekê pê pênase bike.

Ya ku di Îranê û di bîrkirina şovenîstî de cih girtiye û dixwazin ku bikin hejmoniya siyasî û hizrî di nava hemû Îranê de, ew e ku bi mifahwergirtina bêcî ji destewajeyekê ku ji bo diyarîkirina sînorê di navbera du yan çend dewletan di pêkhateya NY de îşare pê hatiye kirin, bîrokeyeke çewt ava dikin ku pîroziyê bibexşe sînorê Îranê, û destewajeya “Parastina yekparçeyiya xaka Îranê” jê derxistine, û bi kar tînin, da ku hemû girûp û neteweyên Îranê stûxwarê deshilata navendî bikin.

Di rastî de bi vê destewajeya çewt hemû xal û bendên carrname û peymannameyên cîhanî pûç dikin, û dibêjne te, ku tu dibe sond bixoy ku dev ji mafê zelal û eşkere û bê xîçûxwar ê xwe berdî, ku di peymannameyên mafên medenî û siyasî de hatiye, û sondê bo deshilata navendî bixoyî, ku stûxwarê îradeya neteweya hakim dibî, û dev ji îradeya xwe berdidî.

Ecêbtir ji hemiyê, eva ku hemû girûpên Fars jî îdiaya demokrtaîkbûn û pêbendiya bi carrnameyên cîhanî dikin, ew jî her bas ji destewajeyên şovenîstî ên wekî parastina yekparçeyiya herêmî di nava neteweyan û civaka Îranê de dikin, û bi navê demokrasî û pêbendbûna bi mafê mirovan ve jî, vê yekê difiroşin te, û wisa kirine ku her hizb û girûpeke neteweyên stemlêkirî ku sonda wê destewajeyê bo wan nexwe, bi çavê cudahîxwaz û emrazê destê bîhaniyan didin nasîn.

Li ber vê yekê destewajeya “Parastina yekparçeyiya xaka Îranê” wekî destewajeyeke şovenîstî em nas dikin, jiber ku ji destewajeyeke rêkxirawa navneteweyî di pêwendiyên navdewletan de, mifaha bêcî werdigre, da ku neteweyên stemlêkirî di nava civakê de stûxwarê îradeyeke stemkarane bikin.

Ya ku ji vê dîtingehê ve cihê girîngîpêdanê ye, deshilata dewletê bi ser herêma jêr deshilata wê de ye, ku dibêje dibe ew herêm parastî be, û dewlet bi hemû şêweyekê deshilatê bi ser wê herêmê de bisepîne. Dîtingeheke wisa ye ku rewayiyê dide deshilata Bexdayê jî, da ku bi hevkariya Spaha Pasdaran û bi êrîşa Heşda Şe`ibî û afirandina bi sedan tawanî, û Kerkûkê dagîr bike, ji vê dîtingeha şovenîstî ve mirov û girûpên nava civakê şert û bingeh nînin, belkû ya hewce deshilata dewletê ye, û hekî hewce be, dikare hêzê bi kar bîne, da ku girûpan stûxwarê îradeya navendê bike, di demekê de ku felsefeya mafê mirovan û gelan berevajiyê vê ye.

Bona zêdetir selimandina basan em dikarin îşarê bi helwesta welatên wekî Brîtanya û Kanadayê bikin, û mînakên din jî zaf in, lê tenê ew du mînak bes in, bona vê ku em bizanin ku ew destewajeya tenê bo pêwendiya di navbera dewletan e, ne neteweyên nava welatekî de.

Hem li Birîtanyayê, piştî hatina berbas ya destewajeya diyarîkirina çarenûsê rê bi Skotlendayê hatiye dan ku giştpirsiyê bo çarenûsa xwe bike, hem jî di Kanadayê de, rê bi xelkê Kêbikê hatiye dan, ku her demekê xwastin referandomê bikin, û hekî hez kirin jî, dikarin welatê xwe ava bikin.

Di çi baseke siyasî ya di navbera wan du welatan de jî negotine ku referandom li Sikotlend yan Kêbikê li dijî destewajeya “Parastina yekparçeyiya herêmî” ye!. Gelo Birîtanî û Kanadayî bi qasî Farsên Îranê ji mafê mirovan û mafê gelan tê negihîştine?

Yan dema ku Kurdistana Îraqê xwast ku giştpirsiyê bo diyarîkirina çarenûsê bike, eva tenê hikûmeta Tirkiyê û rejîma Îranê û hêzên Fars bûn ku bas ji destewajeya parastina yekparçeyiya Îraqê dikirin, û hemû hêzên cîhanê nakokî û qise li ser dema encamdana wê hebûn, ku digotin şerê li dijî DAÎŞ`ê lawaz dike, yan digotin digel Bexdayê li hev bikin, da ku alozî pêk nehê.
Qet nedigotin ku eva li dijî yekparçeyiya herêma Îraqê ye û mafê Kurd nine!.

Hekî parastina yekparçeyiya herêmî bibe bingeha bîrkirina me, di Îrana bê de jî, ku Komara Îslamî nemabe, û demokratîk jî be, wê demê hekî neteweyekî xeyrî Fars û xeyrî Kurd xwast ku dewleta xwe ava bike, ew li dijî yekparçeyiya herêma Îranê dibe, û wê demê Kurd dibe alîkar be da ku deshilata navendî bi ser wî gelî de bisepe.!

Yan ger di nava Kurd de hêz û aliyê wisa peyda bû, ku daxwaza avakirina dewleta Kurdistanê kir, wê demê dibe ku li dijî wê bisekinin, jiber ku bingeha bîrkirina me birine jêr pirsyarê û li dijî wê kar dike!

Eva ku bîrkirina şovenîstî dike, şiroveya dilxwaz a wê ye ji belge û peyman û deskevtên cîhanî, ku rast berevajiyê şovenîzmê bo parastina mafê mirovan û gelan ji destê destdirêjiyên dewletê hatine holê.

“Parastina yekparçeyiya xaka welat” tenê tê kirin ku li hember dewletên din de, bê pênasekirin. Wekî wê demê ku PDKÎ ragehand ku li hemberî êrîşa rejîma Îraqê de amade ye ku bergiriyê ji Îranekê bike ku mafê Kurd tê de parastî be.

Taktîkek ku serê stratejî û armancanê dixwe

Derheq bi hatina berbas ya destewajeya “Parastina yekparçeyiya xaka Îranê”, û qebûlkirina wê ji aliyê hinek kesan ve di nava Kurd de, zêdetir hawara xwe dibin ber vê hêcetê, ku ew xal wekî taktîkekê ye, da ku dilê hinek ji girûpên sertaserî pê razî bike, û ew xal bi awayekî îşar pê hatiye kirin, yan tê kirin, ku bi tewahî ew şêwe lênihêrîna girûpên Fars tê de nehatiye. Di pêxema qebûlkirina mafê neteweyan, ji aliyê van girûpan ve, ew îmtiyaz û poan, bi wan tê dayîn, da ku bikarin hêz û girûpên din ên Fars jî bo aliyê xwe rakêşin.

Ya ku girîng e, û di pêwendiyên siyasî de berçav tê girtin, ew e ku di çarçoveya armancan de stratejî tê darêtin, û di çarçoveya stratejiya rohn de, hinek taktîkan digre pêş. Di taktîkê de, destê her hêz û aliyekî vekiriye, ku taktîkên xwe darêje, kes nikare taktîkan bo aliyê din diyarî bike. Lê ji wê jî girîngtir ew e, ku taktîk di çarçoveya straejiyê de be, ne eva ku taktîkek stratejiyê bixwe bibe jêr pirsyar, û ji vê jî xiraptir ew taktîka ye ku “armancê” lawaz dike, û serê amancê dixwe.

Di pêwendiyên siyasî û hevkariyên di navbera hêzên ser bi neteweyên stemlêkir û hêzên Fars de, diyar e ku dibe hinek taktîkan bigrî pêşiya xwe, da ku aliyê hember jî pê razî be, û renge bi dilê te nebe, ku dilê wî pê rabikêşî. Lê gelo aliyê Fars amade ye ku bi zelalî bas ji peymannameya mafên medenî û siyasî ku pêncî sal e wajo kirine bike, û bi zelalî bêje ku mafê diyarîkirina çarenûsê bo neteweyan û yek ji wan Kurd qebûl bike?

Di demekê de ku baweriya me ew bû ku Îran ji çend neteweyên cuda pêk hatiye ku tu yek ji wan sertir ji yê din nine, êdî pêkvejiyan û pêkvebûna me jî, dibe bi xwestek û hezkirina me bixwe be, û eva dewleta hevbeş e ku dibe hinde balkêşî hebe ku tu yek ji neteweyan hez ji cudabûnê nekin, ne eva ku netewe sondê bixwin, ku bi hemû şêweyekê stûxwarê Parsatina yekparçeyiya herêmî dibin.

Dema ku me destewajeyeke şovenîstî qebûl kir, ku hemû bingehên hizrî û felsefî ên wê, hebûn û mafên me dibin jêr pirsyar, êdî ewe taktîk nine, belkû devberdan e ji armanc û baweriyan jî.

Hekî baweriya me ew be, ku herwekî ku min di destpêkê de bas kir, ku pirsa neteweyî ji dîtingeha duyem ve bibînin, wate razî bin bi hebûna neteweykê bi navê Îran, û Kurd jî beşek ji vê neteweyê be, wê demê qebûlkirina destewajeyeke bi vî rengî forma taktîkê bi xwe ve bigre, lê di bîrkirineke wekî şêwe lênihêrîna yekem de, “Parastina yekparçeyiya herêmî”, dûrketina ji armancê, û rûxandina stratejiyê ye.

Sazan li ser taktîk û berjewendiyên demkî tê kirin, û renge di forma lawaziya hêzê de, hindek ji maf û dawakarî bi awayê demkî bas jê nehêne kirin, lê sazan li ser bingeh û dîtingeh û armancan nahê kirin.