Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmerge sembola azadiyê

22:54 - 21 Kanûna pêşîn 2017

Dara Natiq

Di nava her netewe û civakekê de, nifşek ji civakê weke sembola azadiyê li dijî zulm û dîktatorî û çewsandinê têne rêzgirtin. Di nava neteweya Kurd de jî, pêşmerge weke sembola azadî û berxwedana li dijî dagirkarî û dîktatorî û deshilata dijîgelî, xwedî rêz û nirxek taybet e. Fîdakarî, berxwedan û destanrêsiya pêşmerge derheq parastina nasnameya neteweyî û serbestiya Kurdistanê, wate û giraniyek xasmanî daye heybet û navê pêşmerge.

Nav, armanc û peyama azadî û aştîxwaziya pêşmerge, hertim bûye sedema tirs û xofek mezin di nava dilê dagîrkerên Kurdisatê û dijminên azadî û wekhevî û mirovatiyê. Dîroka berxwedan û serboriya neteweya Kurd ew yeke daye xuyakirin ku, heya zulm û zordarî û dagîrkarî bi ser Kurdistanê de bimeşe, xebat, berxwedan û cangorîtiya pêşmerge weke sembola azadî û parastina keramet û nasnameya neteweya Kurd yê hertim berdewam be.

Şer û xebata Pêşmerge li hember dagîrkarî û terorîzm û tundajoyiya herêmî, nasname û giraniyek cîhanî daye heybet û felsefeya azadîxwaziya Pêşmerge, û di navendên xwedîbiryar ên dunyayê de, weke peyamnêr û xebatkarên aştî û azadî û wekheviyê tên binavkirin, û xelat bi wan têne bexşîn.

Komara Îslamî a Îranê, yek ji dewletên dagîrker yên Kurdistanê û dijmnê azadî û mirovahiyê û sponserê sereke yê terorîzmê, bi dirêjahiya temenê deshilata xwe a dîktator, hertim di hewla jinavbirina nasnameya Kurd û tevgera azadîxwazî a Kurdistanê de bûye, û li ser pîlanên xwe yên hov û dijî mirovî li hember gelê Kurdistanê berdewam bûye. Lê serbarê vê siyaseta qirêj û dijminkarî a rejîmê, îradeya mafxwazî a neteweya me û xebata berheq a pêşmerge, weke kulek li ser dilê rayedarên Tehranê, tirs û xofek mezin xistiye nava koşka zordaran de.

Hereketa nû a pêşmerge bi navê koda “Rasan”ê di salên derbasbûyî de, serbarê piropagendeyên berdewam yên rejîmê li dijî tevgera Kurd û pêşmerge, lê cardin doza berheq a Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, û zulm û zordarî û dagîrkariya rejîma dijîgelî a Îranê, xiste rojeva siyaseta herêmî û cîhanî, û bala tev dunyayê kişande ser pirsa Kurd. Li hemen demê de bandorek rasterast li ser liv û bizavên azadîxwazî di asta Îranê bi giştî de hebûye, û hikûmet û rewşa polîsî a Îranê xiste nav kirîzek kûrtir de. Ji aliyekî din ve jî da xuyakirin ku heya dagirkariya Komara Îslamî û milîtarîzekirina Kurdistanê bimîne, îradeya mafxwazî a gelê Kurd û tevgera rizgarî û xebata pêşmerge weke sembola berxwedan û azadiyê, wê hertim berdewam bibe.

Tevger û peyama nû a pêşmerge bi stratejiya pêkvegirêdana xebata çiya û bajar, karî cardin tev pêkhateyên Kurdistanê bi hemî tex û qatên curbicur yên civakê bixasmanî di nava bajaran de organîze bike, û di bin navê “Pêşmergeyên Bajar”, bi seheke şoreşvanî û neteweyî, li hember doza berheq a gelê xwe xwedî derkevin, û li dijî dagîrkariya rejîma Îranê, liv û tevgera xwe xurtir û bibandortir bikin.

Xebata pêşmerge di çarçoveya stratejiya bi navê “Rasan”ê, û bi rêberiya PDKÎ, hêvî û moralek mezin di nava civaka azadîxwaz a Kurdistanê de çêkir, û bandorek rasterast li ser jêhelbirina seha neteweyî û şoreşvanî a gelê Kurd û yekrêziya niştîmanî û welatparêziyê danî. Meşa nerazîbûna xelkê Kurdistanê li hember kuştina kasibkaran, û liv û tevger, û govenda sertaserî a Kurdistana Rojhilat di newroza îsal a bi navê “Camane”, û şahiya referandoma serbixwebûna Kurdistana Başûr, serbarê rewşa emniyetî û milîtarîzekirina Kurdistanê, gewahyarê bandora hereketa pêşmerge, û asta hişyariya civaka kurdistanê baştir didin xuyakirin.

Ji hemiyan girîngtir, di dema erdheja Kirmaşanê û malwêraniya xelkê Kurd di vê deverê de, û bihawardeneçûn û piştguhxistina wî xelkî, ji aliyê rejîmê ve, xelkê Kurdistanê ji Makûyê heya Îlamê li tev gund û bajarên Kurdistanê bi komkirina harîkariyan bi hewara birayên xwe yên Kurd li Kirmaşanê de çûn, û bi yeketî û yekrîziya xwe ya nîştimanî û neteweyî, bersivek tund dane siyaseta şovenîstî û dijîmirovî a rejîma Îranê. Lewma xuya dibe ku xebata pêşmerge û stratejiya hereketa “Rasan”ê, bingeha xebata neteweyî û yekrîziya nîştimanî di Rojhilata Kurdistanê de bihêztir û xurtir kirye, û kariye tevgera Kurd bi giştî li hemberî dagîrkariya rejîma Îranê, de organîzetir bike.