Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê zêdetir ji 300 km biçûk bûye

14:32 - 22 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Berpirsekî Navenda Vejiyandina gola Urmiyê ragehandiye ku panahiya gola Urmiyê 323 km biçûk bûye.

Ferhad Serxoş birêveberê ofîsa Navenda Vejiyandina gola Urmiyê radigehîne: Teraza ava gola Urmiye di 28`ê Sermawezê de, 1270.28 metir bû, di demekê de ku sala borî di heman wextî de, teraza gola Urmiyê 1270.55 metir bû.

Herwisa rûberê niha yê gola Urmiyê 1747.99 km a çargoşe ye, lê sala borî 2058.96 km çargoşe bû. Li ser bingeha vê raporê teraza gola Urmiyê 27 cm kêm bûye.

Birêveberê ofîsa Navenda Vejiyandina gola Urmiyê tevî vê ku ragehand ku gola Urmiyê bi 21 rûbarên hertimî û 39 rûbarên dewreyî tejî dibe ragehand: Piştî meha Banemerê, çi avek nerijiyaye nava gola Urmiyê de.

Berpirsyarên Saziya Jîngehê kêmiay ava gola Urmiyê vedigerînin ser kêmiya baranbarînê, eva di demekê de ye, ku zêdetir ji %80 ji rûberê gola Urmiyê di 20 salên borî de kêm bûye. Lewra şarezayên warê jîngehê ser vê baweriyê ne, ku heya niha jî dewletê tu hewleke cidî nedaye bo vejiyandina gola Urmiyê, û tenê qise dikin.

Guhnedana bi vejiyandina gola Urmiyê gihîştiye astekê, ku çend rojan berî niha heta Qazîpûr nûnerê meclisa rejîmê li Urmiyê ku kesekî tundrew û alîgirê Weliyê Feqîhe jî, êrîşeke tund kire ser dewletê, û ew tawanbar kirin bi vê ku, serbarê vê ku guh nadin vejiyandina gola Urmiyê, belkû meş û herektên medenî jî dikin siyasî, û van hereketan serkut dikin. Mebesta navbirî nerazîbûna xelkê medenî derheq guhnedana dewletê bi vejiyandina gola Urmiyê bû.

Heyamekî berî niha birêvebirê giştî ê çavdêrîkirina kirîzan a parêzgeha Urmiyê hişdarî dabû ku hekî gola Urmiyê nehê vejiyandin, zêdetir ji 14 milyon kesî, jiyana wan wê bikeve metirsiyê de, û nexweşiyên curbicur gefan li wan dixwe.