Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke PDKÎ di rêûresma rêzgirtina ji şehîdên şeva Yeldayê de beşdarî kir

16:27 - 22 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Heyeteke PDKÎ bi serperestiya Dara Natiq endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ beşdarî kir di rêûresma salvegera şehîdên şeva Yeldayê de.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, ew rêûresm demjimêr 10`ê serê sibehiya roja Pêncşemiyê 30`ê Sermaweza 1396`an a Rojî bi rê ve çû, ku tê de rêz ji yad û bîranîna şehîdên Rojhilata Kurdistanê û têkoşerên Asayişa Koyê hate girtin.

Di vê merasimê de, Dara Natiq peyama PDKÎ xwand, ku deqa peyamê weha ye:

Birêz/Heyeta birêveberiya rêûresma salvegera şehîdên şeva “Yelad”yê

Tevî silavan


Bi navê PDKÎ em wê kiryara terorîstî cardin bi tundî mehkûm dikin, ku sala borî di dema birêveçûna rêûresma şeva Yeldayê de, ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve pîlana wê hatibû darêtin, û ji aliyê terorîstan ve hate encamdan, û binkeya pêşmergeyan kire armanc, û bû sedema şehîdbûna desteyek ji xortên gelê Kurd.

Herwisa em daxwazê ji dezgehên Asayişê, û dezgeha Dadweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku encama vê lêkolînê bo raya giştî eşkere bikin, û tawanbarên vê kiryara terorîstî bidin nasandin, û wan ceza bikin.

Bêdengbûna li hemberî pîlangeriyên vê tawana dijîmirovî, û dehan kiryarên terorîstî ên rejîma Komara Îslamî a Îranê li Îraqê û Herêma Kurdistanê, û sertaserê cîhanê, ew rejîma hartir kiriye, û her ew bêhelwestiya civaka navdewletî bû, ku niha siyaseta destêwerdana rejîma Komara Îslamî di Rojhilaat Navîn û welatên Îslamî de bûye sedema alozî, û awarebûna milyonan kesî ji hevwelatiyên welatên navçeyê.

Mînaka herî berçav ya vê pîlangeriya rejîma Îranê, piştevaniya ji Husiyên Yemenê, û Hizbullaha Lubnanê û milîşên Sûriye û Îraqê, di bin navên curbicur de, û herwisa piştevanîkirin û çekdarkirin û perwerdekirina girûpên terorîstî ên din, û hevandina wan li Îranê de ye, ku bûye siyaseta neguhere a rejîmê.

Ew siyaseta rejîmê heya niha jî, tenê di çarçoveya sînorên welat û navxwe ya Îranê de nemaye, ku bi dirêjahiya dîroka deshilatdariya pirr ji tawan, cînayet, û serkutkirina xortên azadîxwaz û mafxwaz û welatperwer ên gelên Îranê û gelê xebatkar ê Kurd bas jê tê kirin, belkû ew rejîma jî bona ewlehî û aramiya welatên navçeyê û bereya pêşkevtî û piroseya demokrasîxwaziyê bûye metirsiyeke mezin.

Beşdarên Hêja!

Pêvajoya guhertinên siyasî ên Rojhilata Navîn û berdewambûna hevpeymaniya li dijî terorîzmê, nîşana vê ye ku nihja ji hemû demekê zêdetir metirsiyên Komara Îslamî hest pê tê kirin, û gelê Kurd û hizbên siyasî jî li şerê li dijî terorîzmê de, gellek qurbanî pêşkêşî azadî û serbestiyê kirine, û hêza pêşmerge jî rola xwe ya dîrokî di vê piroseyê de lîstiye.

Lewra di vê merasimê de, erk û wezîfeya li ser milên me hemiyan e, ku di vê piroseyê de heya serkevtina gelê me bi ser terorîzmê, û bi ser palder û piştevanên terorîzmê de, em berdewam bin, û bi xebata xwe ya bewrdewam, û bi yekîtî û yekrîziya xwe, riha nemir ya şehîdên xwe şa bikin.

Di dawiyê de, em silavan dişînin bo riha pak ya şehîdên şeva Yelda a 2016`an, û hemû şehîdên Kurd û kurdistanê.

Spas
PDKÎ
Sekretariya

30.09.1396