Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Rasan”iyan Yelda pîroz kirin

17:02 - 22 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Hêza Tyabet ya PDKÎ li ser çiyayên Kurdistanê merasima Şeva Yeldayê, şeva jidayîkbûna pêxemberê aştiyê bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, demjimêr 7`ê şevê, 30`ê Sermawezê, rêûresmek bi boneya şeva Yeldayê, û jidayîkbûna Dr. Qasimlo, li binkeya “kincgewr” (xakîpûş)an li ser çiyayên Kurdistanê bi rê ve çû.

Destpêka merasimê bi kurtebasekê li ser şeva Yelda û jidayîkbûna rêberê hertim zindî ê gel Dr. Qasimlo, ji aliyê hevalê pêşmerge Refîq Mîrî ve dest pê kir.

Piştre koma sirûda “Rasan”ê, sirûdek li jêr navê “Qasimlo” pêşkêş kir.

Piştre Aso Mînberî kurtiyek ji jiyana pirrberhem a Dr. Qasimlo pêşkêşî amadebûyiyan kir.

Li doma merasimê de, kincgewr (xakîpoş)eke din bi navê Pêşewa Mihemedî straneke folkolorî ya geş pêşkêşî beşdaran kir, û di beşeke din de jî beşdarbûyiyan bi vegêrana qisên xweş û serpêhatî û helbest û stranan, merasim zêdetir xemilandin.

Ew merasim bi govend û dîlana “kincgewr”an bi dawî hat.