Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diyariya balyozê rejîmê, xistin nava kirsdankê de

14:16 - 23 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Balyozê rejîma Îranê li Holendê ku tenê diyarî ji bo jinên nava parlemantoya vî welatî biribû, ew diyariya wî avêtin nava kirsdankê de.

Di girteyeke vîdyoyî de, ku hatiye belavkirin, yek ji endamên parlemantoya Holendê, diyariya roja Kirîsmes a Elîreza Cehangîrî balyozê rejîma Îranê, li ber çavên kamêra û nûçegihanan, dixe nava kirsdankê de, û bi henek ve bas ji vê kiryara balyozê rejîma Îranê dike.

Ew parlemantarê Holendê bi sedema vê ku balyozê rejîma Îranê, tenê bo jinên parlemantar diyarî anîbû, ew kar kir.