Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistana Rojhilat bûye qada çalakiyên teblîxî

14:52 - 23 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Çalakiyên teblîxî bi boneya şeva “Yelda”yê, di bajarên Kurdistana Rojhilat de dom hene.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ, ji bo rêzgiritna ji şeva “Yelda”yê, ku hevdem e digel şeva jidayîkbûna pêxemberê aştiyê şehîd “Dr. Qasimlo”, sekreterê pêşîn yê PDKÎ, bi awayê berfireh çalakiyên teblîxî encam dan.

Xebatkarên Demokrat di bajarên weke, bajarê Tehranê, di Qada Azadî, Şeqama “Karger a Şûmalî”, Şeqama Sadiqiye, “Sazmana Bunyada şehîd” a rejîmê weke navçeyên 17,18,19 û Zanîngeha Tehranê, û herwiha di bajarê Qişmê de jî, çalakiyên berfireh yên teblîxî encam dan.

Qehremanên Demokrat di gundê “Gulçiyer” a bajarê Merîwanê de jî bi boneya şeva “Yelda”yê, wêne û tiraktên taybet bi vê rojê belav kirin.

Hevdem ciwanên Demokrat, di bajarê Serdeştê de, bi boneya şeva “Yelda”yê di kolana Canbazan, Kemerbendî û Ferhengiyanê de, çalakiyên teblîxî lidar xistin.