Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî ayînî li Pîranşarê koça dawiyê kir

15:06 - 23 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Kesayetiyekî ayînî xelkê bajarê Pîranşarê xatirê xwe ji jiyanê xwast.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemiyê 30`ê Sermawezê, mamostayê ayînî Mela Ebdulqadir Nizhetî naskirî bi mela Qadir Çiyane kurê Mela Mihemed xelkê gundê Çiyane, li navçeya Pîran ya Pîranşarê di temenê 85 saliyê de koça dawiyê kir.

Mamosta Mela Qadir tevî vê ku kesayetiyekî ayînî bû, kesayetiyekî welatparêz jî bû, lewra li cem xelkê cihê rêz û hurmetê bû. Herweha du kes ji malbata wî, pêşmergeyên PDKÎ bûn.

Termê navbirî di nava girseya xelkê navçeyê de li warê bav û kalê wî de, bi axê hate spartin.

PDKÎ sersaxiyê li malbat û xizm û kesûkarê navbirî dike, û xwe şirîkê xema wan dizane.