Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serbixweyîxwazên “Kataloniya”yê dîsan hêza xwe nîşan dan

15:48 - 23 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Partiyên serbixweyîxwaz ên “Kataloniya”yê dengê piranî di hilbijatinên wî welatî de bi dest xistin.

Di hilbijartinên Parlemantoya “Kataloniya”yê de, ku roja Pêncşemiyê 30`ê Sermaweza1396`an, bi rê ve çû, partiyên ku daxwaza serbixweyiya Herêma “Kataloniya”yê li “Îspaniya”yê dikirin, piraniya dengan bi dest xisitin.

Paş hejmartina ji sedî 90 a dengan, eşkere bû ku partiyên ku daxwaza serbixweyiyê dikirin, şiyan piraniya dengan ji bo xwe misoger bikin, û li gora rapora nûçegihanê “Routers”ê, wan partiyan karîne di nav 135 kursiyan de, 70 kursiyên wê parlemantoyê dest xwe bixin.

Di vê hilbijartinê de, partiya “Carles Puigdemont” ku navbirî di heyama borî de, ji desthilata herêmî a “Kataloniya”yê hatibû vêdedan, şiya bibe mizintirîn partiya serbixweyîxwaz a vê parlemantoyê.

Li gora yasayê, her partiyek di hilbijartinan de piraniya dengan dest xwe bixe, şiyana avakirina dewletê heye, û “Carles Puigdemont” paş ragehandina serkevtina partiya wî, derheqê piroseya serbixweyiya “Kataloniya”yê de, daxwaza destpêkirina gotûbêjan digel Hikûmeta Navendî kiriye.

Di destpêka demsala payîz a îsal de, di referandoma serbixweyiyê de, hemwelatiyên “Kataloniya”yê deng ji bo cudabûna ji “Îspaniya”yê dabûn, lê dewleta “Îspaniya”yê ev referendom ret kiribû, û bi êrîşkirina bo ser hemwelatiyên serbixweyîxwaz û serokê dewleta Herêma “Kataloniya”yê, desthilat jê wergirtibûn, û navbirî niha di welatê Biljîkê de dijî.