Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binpêkirina “Bercam”ê ji aliyê rejîma Îranê ve

15:24 - 24 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: 24 endamên kongireya Amerêkayê, nivîsek derheqê binpêkirina “Bercam”ê ji aliyê rejîma Îranê ve, ji berpirsên payebilind yên wî welatî re şandine.

“Lee Zeldin” yek ji nûnerên bajarê New Yorkê digel 23 endamên din yên kongireya Amerîkayê, di nivîsekê de ji bo berpirsên payebilind yên Hikûmeta Trump, tevî îşarekirin bi çendîn mînakên binpêkirinên rejîma Îranê di lihevhatina navikî a naskirî bi bercamê de, daxwaz kirine ku bi awayê tundtir û hişiktir lêkolînê bikin, û vê mijarê di civînên di navbera xwe de jî bas bikin.

Ev nivîsa li ser malpera “Zeldin” hate belavkirin, ku ji wan berpirsên payebilind yên Amerîkayê weke “Rex Tillerson” Wezîrê Karûberê Derve, û “Jim Mattis” Wezîrê Berevaniyê û “Mike Pompeo” berpirsê Saziya (CIA) re hatiye şandin.

Ev nivîsa xeyrî vê ku bas ji vê yekê dike, ku rejîma Îranê her di destpêkê de, bercam binpê kiriye, bas ji vê yekê jî dike ku her bi eşkere di January 2016`an de heyanî niha çendîn mînakên binpêkirinê encam dane.

Wan endamên Kongreya Amerîkayê, îşare bi du raporên Ajansa navikî kirine ku di wan raporan de hatiye ku, rejîma Îranê çendîn santirîfiyojên pêşkevtî dest xisitne, û herwisa hindek çalakiyên girêdayî bi karûbarên navikî jî hebûne.

Her di dome vê nivîsê de, bas ji vê hatiye kirin, ku pêşîgirtina rejîma Îranê ji tîma çavdêrî û rênedan ji bo lêgerîna Ajansê (IAEA) ji bo lêgerîn ji navendên navikî yên rejîma Îranê, yek ji wan xalên din yên binpêkirina lihevhatina “Bercam”ê ye.

Di dawiya nameyê de, wan 24 endamên kongireya Amerîkayê, ji wan berpirsên payebilind yên Amerîkayê daxwaz kirine ku ji bo zelalkirin û eşkerekirina zanyariyên hûr û zêde li ser binpêkirinên rejîma Îranê, û piştguhveavêtina lihevhatina “Bercam”ê hewl bidin.

Hevdem digel van hewlên nûnerên kongireya Amerîkayê, hikûmeta Trump, li ser vê baweriyê ye ku, rejîma Îranê derheq taqîkirin û zêdekirina mûşekên balistîk, û herwiha dana mûşekan bi girûpên tûndrew, lihevhatina “Bercam”ê binpê kiriye.