Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê diruşmên derevîn derheq Qudsê belav dike

20:57 - 24 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Berpirsyarên rejîma Îranê bi hêceta Qudsê şer û kêşeyê di navçeyê de pêk tînin, û vê pirsê bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Rojnameya “El-`eyn” a Îmarata Yekgirtî a Erebî di raporekê de belav kiriye, ku rejîma Îslamî ya Îranê heyama 40 salan e, ku derheq Qudsê tenê diruşman dide, û şer û ajaweyê çê dike.

Di vê raporê de bas ji vê hatiye kirin, ku Xomêynî piştî şoreşa gelên Îranê, fetwaya cîhadê bo bergirîkirina ji Felestînê da, û ferman da çekdarên xwe, ku herin aliyê Qudsê, û wê derê azad bikin.

Piştre vê rejîmê her li ser vê bîrokeyê şerekî 8 sale digel Îraqê domand, û Xomêynî di demekê de ku diruşm didan, ku riya Qudsê ji Kerbelayê ve derbaz dibe, hevdem çek û teqemenî ji Îsraîlê werdigirtin.

Her di vê raporê de îşare bi vê yekê hatiye kirin ku rejîma Îranê bi baskirina ji Qudsê dixwaze ku ji vê îzolebûnê rizgar be, jiber ku piştî êrîşa li ser balyozxaneya Erebistanê li Tehranê ew rejîma zêdetir hate piştguhxistin.

Rejîma Îranê bi sedema destêwerdanên xwe di nava karûbarên navçeyê de, şerê navxweyî ê Sûriyê kire şerê xwe, û cinayetên mirovî di vî welatî de afirandin, û niha jî li Yemen û Lubnanê li jêr navê bergirî ji Qudsê dirêjiyê dide vî şerî.

Pirsa Quds û Felestînî bo berpirsên rejîma Îranê tu girîngiyeke wê nine, û tenê bo alozkirin û têkdana ewlehiya welatên navçeyê mifahê jê werdigre.