Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên Spaha Pasdaran ji bo pêşîgiritn ji hiloşîna rejîmê

21:25 - 25 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran ji bo kûdetayeke navxweyî di nav rejîmê de mijûlî amadekariyan e.

Di wan rojan de alîgêr û kesên nêzî “Hesen Rohanî” serkomarê Îranê tenê tirsa wan ji meşên nerazîbûnê yên hemwelatiyan nine, belku çalakvanên siyasî yên girêdayî dewleta Rohanî bas ji vê yekê dikin ku, piştî dirûşmên bo mînak “Mirin û neman ji bo Rohanî” û “Me çi şaşiyek kir, ku me şoreş kir”, endamên Spaha Pasdaran bi geşkirina agirê nerazîbûnan, li gora pîlan û bernameyan mijûlî xwe amadekirinê ne, da ku di navxweyî rejîmê de kûdetayeke nizamî encam bidin.

Di du mehên derbazbûyî de heyanî niha, rojek nebûye ku civînên nerazîbûnan di Îranê de bi rê ve neçin, ji karkerên ku eva çend meh in, me`aşê xwe wernegiritine ve bigire heta digihîje kesên xanenişîn, piştî vê xizmeta ku wan di îdareyên rejîmê de encam dane, niha li jêr hêla hejariyê de jiyan dikin, yan ev hemwelatiyên ku ji bo rojên teng perê xwe kom kiribûn, lê niha ji ber neçariyê hemû ev perê xwe xerc bikin, û tu perê din di destên wan de nemîne.

Heyanî niha rayadarên rejîma Îranê meşên bi vî rengî û bi wan siloganên wiha tund di dîroka rejîmê de nedîtibûn, ku bi hemahengiyeke taybet ev meş û silogan tên bi rê ve birin, lê heyanî niha şiyana hiloşandina rejîmê nînin, û hêjayî gotine ye ku ev meşên nerazîbûnê piştî eşkerekirina gelaleya sala 1397`an ji aliyê Rohanî serkomarê rejîmê ve hatine lidarxsitin .

Ev yeka ku cihê şik û gumanê ye, ev e ku heyanî niha rêberê rejîma Îslamî a Îranê “Elî Xamineyî” hemberî meş û siloganên hemwelatiyan ku li dijî şoreşê û li dijî Rohanî qîriyane, bêdeng e, û herwiha hindek welatên Ewropî jî li gora raporên dîplomasî yên xwe derheqê Tehranê de gotine ku hindek hereket di nav Spaha Pasdaran têne encamdan, ew yek nîşan didin ku ev silogan û meşên hemwelatiyan tenê dewlet nekirine armanc, belku rejîm jî kiriye armanc, ev yeka nîşana şiyana Spaha Pasdaran ji bo hatine ser qadan, ji bo encamdana kûdetayeke nizamî û bidestvegritina deshilata tawaw a Îranê ye.