Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alaya Îsraîlê kêşe xiste nava xwendekarên Tehranê de

20:41 - 26 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Serdozgeriya Tehranê radigehîne ku bo xwendekarên ku di reşkirina (jêbirina) neqaşiya alaya Îsraîlê li ser erdê, û li ber deriyê zanîngeha Îlm û Sen`etê de beşdar bûne, dosiyeyên qezayî çê kirine.

Ew kiryara hinek ji xwendekaran digel dijkiryara herî tund ya besîcê danişcûyî (besîca xwendekarî) bebrirû bû.

Roja 16`ê Sermawezê hevdem digel roja xwendekaran, xwendekarên besîc ên zanîngeha Ilm û Sen`et dest bi kêşandina wêneyê alaya Îsraîlê li pêşberî deriyên hindek ji kolêjên vê zanîngehê kirin, da ku xwendekar di dema hatûçûnê de bi piyan li ser re derbaz bin.

Lê piştî çend rojan girûpek ji xwendekarên nerazî reng rijandin ser wêneyê alaya Îsraîlê, da ku xûya nebe ku ew alaya Îsraîlê ye. Lê xwendekarên zanîngehê yên ku besîcî bûn, dijkiryar di hemberî vê yekê de ji xwe nîşan dan, û piyê dezgeha dadweriyê kêşa nava vê pirsê de.

Serbarê vê ku rejîm û alîgirên wê, gellek hez dikin alaya welatan bişewitînin, û vê yekê wekî serkevtinek ji xwe re dibînin, lê gellek alî jî hene, her di navxwe ya Îranê de, ku alaya her welatekî wekî sembola vî welatî nas dikin, ne wekî sembola dewlet yan siyasetvanan. Lewra şewitandina alaya Îsraîlê bêhurmetiya bi xelk û welatê Îsraîklê ye, ne bi siyasetmedar û birêveberên wê.