Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê kêşe û nakokî xistiye nav werzişkarên Îranî de

13:51 - 27 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Digel dorandina bizanebûna ya Elîriza Kerîmî zoranbazê Îranî bi rikeberê xwe, bona vê ku di zoranbaziyê de, rastî zoranbazê Îsraîlî nehê, metirsiya li ser werzişa zoranbaziya Îranê roj bi rojê zêdetir dibe.

Îbrahîm Cewadî endamê Şêvra Fenî ya zoranbaziya azad di vê derheqê de ragehandiye: Bê guman mesela rûbirûnebûna digel werzişkarên Îsraîlî, di demeke zû de, ne tenê bo zoranbaziyê, belkû bo hemû werzişa Îranê, wê kêşeyeke cidî bafirîne, bi taybetî di rikeberiyên cîhanî û olempîkê de. Hekî wisa be, dibe em bi yekcarî werzişa xwe ragirin, û neçin nava pêşbaziyan de, yan jî dibe berpirsyarên payebilind li ser vê meselê bifikirin û riyeke baş peyda bikin.

Ji dewrana piştî şoreşa 1357 (1979)`an ve heya niha werzişkarên Îranî berdewam hewl dane, ku rastî werzişkarên Îsrtaîlî nehên, û çend caran jî hebûye ku werzişkaran yan perwerdekaran guh nedane vê biryara rejîmê, û di encamê de hatine cezakirin.
Heyamek berî niha bû ku Elîriza Kerîmî piştî vê ku bizanebûn li hemberî rikeberê xwe de dorandibû, tîma Îranê ji rîza sêyem dakete rîza heştem, û vê yekê gellek gazinde û rexne anîne ser siyaseta rejîmê, bo rûbirûnebûna digel werzişkarên Îsraîlî.

Ew bûyera, di meclisa rejîmê de jî kete ber bas, û Xamineyî pêşwazî ji Elîriza Kerîmî kir. Di meha Gelawêjê de jî Mesûd Şuca`î û Îhsan Hacsefî, du endamên tîma fûtbola Îranê ku li yarîgeheke Yûnanê de dilîstin, digel tîma Mikabî ya Tilavîvê lîstin, û ew yek bû serêşeyeke mezin bo wan.

Mes`ûd Şuca`î ku piştre amade nebû poşmanbûna xwe bîne ziman, heta niha jî nekariye cardin tevlî tîma xwe be.