Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Kar: Sindûqên xanenişîniyê betal bûne

14:02 - 27 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Wezîrê Kar ê rejîma Îranê, di civîna eşkere ya meclisê de got: 6 milyon kes di welat de bîmeya wan ya xanenişîniyê tuneye.

Elî Rebî`î Wezîrê Kar ê rejîma Îranê herwisa ragehandiye ku digel zêdebûna bêkariyê di van salên dawiyê de, bêserûberiyeke zêde ji qas jî çêbûye, û sindûqa xanenişîniyê jî vala bûye, û 450 hezar milyard Tûmen zirar gihîştiye vê sinduqê. Dewlet jî nikare ciyê vî pereyî hemiyê tejî bike.

Navbirî bas ji vê kiriye ku ji koma 18 sinduqan tenê yek sinduq dikare karê xwe berdewam bike, û ew yek jî nîşana hebûna kêşeyeke cidî, ne tenê bo dewleta niha û ya bê ye, belkû kêşeyeke cidî ye bo hemû sîstema deshilatdar.

Wezîrê Kar ê dewleta Rûhanî, bas ji vê dike, ku hemû çavkaniyên dabînkirina xizmetên civakî di sala 1396`an de, dibe 80 hezra milyard Tûmen be. Ji vî pereyî dibe 58 hezar milyard Tûmen ji riya sinduqên xanenişîniyê ve bêne dan, lê ew yek tu carî cîbicî nabe û sinduq betal in.