Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê saziya NY siza da

20:42 - 27 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Di yekem dijkiryara li hemberî biryara saziya NY derheq veguhastina bajarê Urşelîmê ji bo paytextê Îsraîlê, Amerîkayê alîkariyên xwe bi qasî 285 milyon Dolarî ji bo vê saziyê kêm kir.

Tenê yek hefte piştî dijayetiya piraniya endamên saziya NY li hember biryara serokê Amerîkayê, ji bo bi fermî nasandina “Urşelîm”ê weke paytexta Îsraîlê, roja Pêncşemî 4`ê Befranbara 1396`an, “Niki Haley” ragehandiye ku ji bo sala 2018`an bi qasî 285 milyon Dolarî alîkariyên xwe ji bo vê saziyê kêm kiriye.

Ev kêmkirina di demekî de ye ku Amerîkayê salane 303 milyon Dolar alîkariyên malî ji vê saziyê re dida, bi vê wateyê salane ji sedî 22 a bûdceya saziya NY ji aliyê Amerîkayê hatiye dabînkirin.

Nûnerê Amerîkayê di NY de, di demên borî de jî gef xwaribû, ku welatê wî beşa bûdceya xwe ji bo vê saziyê wê kêm bike, û herwisa gotibû ku: Em vê rojê ji bîra xwe nabin, û ev dengên ku li djî me hatine dan, emê wan li bal xwe, tomar bikin.