Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Mehabadê li dijî rejîmê xwenîşandan hate lidarxistin

21:28 - 27 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Xemsariya berpirsên rejîma Îranê di warê perwerdehî û hînkirinê, xelkê Îranê, û bi taybet Kurdistana Rojhilat bêzar kiriye.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşemî 5`ê Befranbara 1396`an xelkê gundê “Xur Xure” a girêdayî devera “Şarwêran” a ser bi bajarê Mehabadê, ji ber deriyê Îdareya Perwerdehî û Hînkirin a rejîmê a wî bajarî civiyan, û li hemberî xemsariya berpirsên rejîmê li pêşberî xwendingeha wî gundî meşeke nerazîbûn lidar xsitin.

Nûçegîhanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehandiye ku: Xelkê gundê “Xur Xure” bi sebeba guhnedana berpirsên Îdareya Perwerdehiyê û Hînkirin a rejîma Îranê, di bajarê Mehabadê de, di beşa perwedehiyê, û dabînnekirina hewcehiyên Xwandingehê lênepirsîn ji daxwazên xelkê, û Encûmena “Ulya û Morebiyan” (Civata dayîk û bav, û mamostayan) nerazîbûna xwe anîne ziman, û meşek lidar xistin.

Ev meşa nerazîbûnê demjimêr 10 heyanî 12`ê nîvro dom hebû, û piştre li ser soz û qewlên ku ji aliyê berpirsên rejîmê ve hatibûne dan, û piştî civîneke neasayî ji ber wan pirsgirêkan, derheqê daxwazên hemwelatiyan bi dawî hat.

Hemwelatiyên nerazî ragehandine ku hekî berpirsên rejîmê ev daxwazên wan dabîn nekin, digel malbatên xwe, wê meşên nerazîbûnê bidomînin.