Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sizaya hepsê ji sê hemwelatiyên Îmaratî re hate dan

21:29 - 27 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Dadgeha “Ebûzebî” di doma civînên curbicur de, sê terorîstên girêdayî bi rejîma Îranê mehkûm kirin.

Li gora raporên belavbûyî, dadgeha Ebûzebî a Îmaratê leşkerke wî welatî digel hevkara wî bi tohmeta birina zanyariyên di warê leşkerî de, ji bo balyozxaneya Îranê, her yek ji wan terorîstan bi 15 û 10 sal sizaya hepsê mehkûm kirin, û alîkara wî kesê leşkerî jineke temen 46 salî û xelkê Sûdanê hatiye ragehandin, ku bi tometa alîkarîdan ji wî hemwelatiyê xelkê Îmaratê re, û pêwendîgiritna wê digel destûpêwendiyên Îranê, bi 10 sal sizazya hepsê hate mehkûmkirin.

Herwiha hemwelatiyekî din yê Îmaratê temen 35 salî bi tometa sîxorîkirin ji rejîma Îranê re, bi 10 sal sizaya hepsê û 100 hezar Dirhem perê wî welatî hate mehkûmkirin, hêjayî yê gotinê ye ku: Di dosyeke din de hemwelatiyeke din yê Îmarata Yekigirtî a Erebî bi tometa sîxorîkirin ji rejîma Îranê re, bi 7 sal sizaya gitîgehê hate mehkûmkirin.

Rejîma Îranê bi dirustkirina girûpên terorîstî di welatên Kendavê de, hewl dide da ku aramiya ku di deverê de heye ji nav bibe, û her di vê pêwendiyê de, di çend mehên derbzbûyî de, dosiyên curbicur derheqê sîxorîkirina hemwelatiyên Erebî ji rejîma Îranê re, di welatên bo mînak “Kuwêt”, “Behrên”, û “Îmarata Yekgirtî a Erebî” de hatine eşkerekirin.

Her di vê derheqê de, “Dîwana Bilind” a Kuwêtê roja 28`ê Golana Îsal de, ku hukmê îdamkirina terorîsteke girêdayî rejîma Îranê, ku girûpeke 26 kesî saz kiribû, bi armanca êrîşkirina bo ser hin cihan di wî welatî de, lê ev armancên wan ser neketin, lê niha ev hukmê îdama wan bi hukimê heta-hetayî hatiye guherîn. Herwiha di meha Nîsana Îsal de, 12 hemwelatiyên din yên Îmaratê, bi tometa piştevanîkirin ji çalakiyên terorîstî û dîtina devreyên perwerdehiyê ji aliyê Spaha Pasdaran ve bi hukmê heta-hetayî hatinbûne sizadan, û her di vê pêwendiyê de jî dadgeha Behrêynê di Adara îsal de, 10 sal hukmê girtîgehê ji hemwelatiyeke wî welatî re birî, ku sûçê wî sîxorîkirin ji Spaha Pasdaranê re bû.