Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîlahên rejîma Îranê ketine destê Hevpeymaniya Erebî de

15:13 - 28 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Hevalbendiya Erebî daye zanîn ku, wan dest bi ser hin sîlahên Husiyan de girtine, ku ew ji aliyê rejîma Îranê ve hatine dirustkirin.

Berdevkê Hevalbendiya Erebî, Sertîpê Pîlot yê bi navê “Turkî Bin Salih Malikî” di civîneke çapemeniyê de gotiye ku: Balafirên şer yên Hevalbendiya Erebî bi piştevanîkirina ji me, ji esman ve, alîkareke baş bûne ji bo Spaha Nîştimanî a Yemenê, ku di roja Çarşemî 6`ê Befranbara 1396`an de, di serkevtinekê de şiyane dest bi ser gellek ji sîlahên Husiyan de bigirin, û embara sîlahên wan ji nav bibin.
Navbirî di vê derbarê de gotiye ku: Spaha Yemenê, şiyaye ku ew sîlahên ku ji aliyê rejîma Îranê ve, ji bo Husiyan têne şandin, dest bi ser de bigire.

Li gora gotina “Turkî Bin Salih” hilîkoptêrên Apaçî yên Hevpyêmaniya Erebî, şiyane bi mûşekên xwe, Trombêl, binke û embarên sîlahên Husiyan bikin armanc, û ji nav bibin, herwiha navbirî daye zanîn ku: Şiyane cihê embarkirin û veşartina mûşekên balistîk jî bombebaran bikin.