Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êdî tenê “Bercam” xala serekî ya zexta li ser Îranê nabe

15:14 - 28 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê bi nivîsîna mijarekê di rojnameya “New York Times” de, bas ji kêşeyên digel Kureya Bakûr, û Çîn û Rûsiyê, û hewldana bo jinavbirina terorîzmê di asta navneteweyî de kiriye.

“Rex W. Tillerson” di vê mijarê de bas ji siyasetên Amerîkayê derheq rejîma Îranê de dike, û dinivîse: “Êdî lihevkirina etomî digel rejîma Îranê, xala serekî ya siyaseta me derheq rejîma Îranê nabe. Emê ji niha şûnda li dijî hemû gefên rejîma Îranê bisekinin”.

“Rex W. Tillerson” herwisa dinivîse ku dewleta Trump bi alîkariya hevalbendên xwe û kongireya Amerîkayê wê hewl bide bona dîtina alternatîvan bo wan kêmasiyên ku di rêkevtina etomî de hene.

Li gora nivîsa wî, Amerîka li pey “kiryareke yekdeng” bona cezakirina Îranê, bi sedema binpêkirina pêbendiyên xwe derheq mûşekên balistîk û çalakiyên têkderane di navçeyê de ye.

Amerîka rejîma Îranê tohmetbar dike bi binpêkirina cewherê rêkevtina etomî. Di heman demî de rejîma Îranê jî radigehîne ku eva Amerîka ye ku rêkevtina Bercamê binpê dike.

Gellek ji çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne, ku di çarçoveya stratejiya nû ya Amerîkayê de, wê zexta li ser rejîma Îranê bona kurtkirina destê wê, êdî wê bikeve qonaxa kiryarê de. Lewra pêwîstiya Amerîkayê bi yekdengiya civaka cîhanî û bi taybetî welatên herêmê li dijî rejîma Îranê heye.