Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê heya niha jî birînên Robiskiyê derman nekirine

20:55 - 28 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Piştî derbazbûna şeş salan bi ser karesata Robiskiyê de, heya niha jî bikerên vê cinayetê nehatine nasandin û dadgehîkirin.

Di 28.12.2011`an de, 34 hevwelatiyên Kurd ku piraniya wan temenekî biçûk hebûn, di şeveke sirr û sar ya zivistanê de, bi bombebarana hêza esmanî ya Tirkiyê hatin kuştin, û termên wan hatin hincî-hincîkirin, û piştî derbazbûna şeş salan bi ser vê bûyerê re, heya niha jî tu kes li ser vê dosiyeyê nehatiye cezakirin.

Niha jî parêzerên vê dosiyeyê nekarîne ku hikûmeta Tirkiyê razî bikin bi vekirîhêlana destên dadweran bo lêkolîna li ser vê bûyerê, jiber ku dadgehê arteşa vî welatî wekî tawanbar nedaye zanîn, û dosiye daxistiye. Lewra parêzerên wê dosiyeyê dibêjin: “Sîstema dadweriya Tirkiyê heya 20 salên din jî nikare dadperwer be”.

Herçend dadgeha bilind ya YE jî, ji vê xemsarî û zulma hikûmeta Tirkiyê hatiye agehdarkirin, û malbatên qurbaniyên Roboskiyê bi piştgiriya gelê xwe û bi riyên medenî û aştîxwazane gellek zext xistine ser aliyên pêwendîdar, lê dîsan jî hikûmeta Tirkiyê naxwaze bi dadgehîkirina bikeran, dilê malbatên qurbaniyan hêsayî û aram bike.

Serbarê vê zulma hikûmeta Tirkiyê derheq malbatên qurbaniyan, hikûmeta Tirkiyê pêkanîna rêûresmên bîranînê jî qedexe kirine.
Ji aliyekî din ve Selahattin Demîrtaş jî, ji Girtîgeha Edirneyê ji bo merasima bîranînê peyamek şand.

Beşek ji Nameya Demirtaş wiha ye:

Mixabin dîroka me ya nêz bi komkujî, qetlî`am, sirgûn, înfaz û êş û eleman re tije ye. Ji Komkujiya Ermeniyan, heta Dêrsim, Mereş, Çorûm û Sêwas, Roboskî, Sirûc û Enqerayê, em ji dil û can êşa wan hîs dikin.....

Demirtaş herweha di peyama xwe de got, Ez niha di Girtîgeha Edirneyê de me. Ji ber ku li pişt gotinên xwe me, li vir im. Bi ehd û peyman ji bo ku kujerên Roboskiyê bêne darizandin, em dê dev ji canê xwe berdin, lê dev ji vê têkoşîna xwe bernadin. Em dê li hember 34 canên ku li çiyayên Roboskî can dane, tu carî jibîr nekin. Em dê bîranîna wan her tim zindî bihêlin.

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encuyê ku di Komkujiya Roboskiyê de birayekî xwe û 9 xizmên xwe winda kirin, têkildarî salvegera komkujiyê nameyek ji girtîgehê ve bo raya giştî şand, û wiha got: “Ya ku dikeve ser milên me, ew e ku em li hemberî zaliman û xerabiyê serî netewînin, û hêvî û berxwedanê mezin bikin.”

Bibîranîna vê karesatê û pêdagiriya li ser vekirin û şopandina vê dosiyeyê nîşan dide, ku zulm û zorî û neheqî û cinayeta ku derheq xelkê bêtawan û kolber ê Roboskiyê hatiye kirin, bi zext û givaş û gefxwarinan nahê jibîrkirin, û heta dadperwerî di vê derheqê de bi rê ve neçe, xortên neteweya Kurd rehet û bêdeng narûnên, û dilê malbatên qurbaniyan jî hêsayî nabe.