Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirojeyasaya hevbeş ya Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê

14:49 - 30 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanemedia: Amerîka û Îsraîlê girûpeke hevbeş bona rûbirûbûna digel rejîma Îranê, di navçeyê de pêk anîne.

Li gora rapora kanala 10 ya televîzyona Îsraîlê, rêkevtinnameyek li Koşka Spî di navbera Amerîka û Îsraîlê de, bi armanca berbirûbûna digel pirograma mûşekî û navikî ya rejîma Îranê hatiye îmzakirin.

Amerîka û Îsraîl li ser pêkanîna çendîn girûpên karê hevbeş li hev kirine, ku yek ji girûpan erk û wezîfeya wan berbirûbûna digel destêverdanên rejîma Îranê di Lubnan û pêwendiyên digel Hizbullaha Lubnanê ye, û girûpeke din jî bo pêşgirtina ji çalakiyên rejîma Îranê li Sûriyê pêk hatiye.

Di raporeke belavoka “New York Magazine” de jî hatiye, ku karên dîplomatîk ên Amerîka û Îsraîlê bi armanca berbirûbûna tevalî digel rejîma Îranê ye, û lihevkirinek e ku di çarçoveya “Bercam”ê de, û li ser bingeha pêbendbûna rejîmê bi vê lihevkirinê çavdêriya wan hebe.

Ew rêkkevtin di roja 12.12.2017`an de, li Koşka Spî de hatiye wajokirin, û di doma berçavgirtina siyaseta nû ya Amerîkayê li hemberî rejîma Îranê û pirogramên wê de, bas ji pêkanîna girûpeke hevbeş ya din bona berbirûbûna digel rejîma Îranê hatiye kirin.