Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdheja 8`ê Befranbarê, Tehran hejand

20:06 - 30 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Piştî serhildanên cemawerî ên xelkê li çendîn bajarên biçûk û mezin ên Îranê, li dijî rewşa sepandî bi ser wan de ji aliyê rejîmê ve, beşek ji berpirsan rabûne ser xwe û bêdengî şikandin.

Meşên bilome ên xelkê li bajarên Kirmaşan, Qûçan, Xuremabad, Meşhed, Hemedan, Reşt, Qum û çendîn bajarên din ên Îranê, ku li dijî rejîmê û rewşa nebaş ya siyasî û aborî ya dasepayî pêk hat, dijkiryara cihê matmayînê ya beşek ji rayedarên rejîma Îranê li pey xwe anî.

Di yekem dijkiryaran de, axûnd Mowehidiyê Kirmanî, pêşnimêjê demkî ê Tehranê daxwaz ji berpirsyarên rejîma xwe kir, ku bona pêşîgirtina ji dirêjîkêşana nerazîbûnan, înternet û torên civakî bi tewahî bêne sansor û çavdêrîkirin!.

Navbirî gotiye: Em dibe wekî Çînê rêgir bin ji dana zanyariyên nû bi yektir di nava xelkê de, û kêmkirina azadiyan, û dibe em pêşiya vegeşîna bîrokeyên bijehr bigrin!.

Ji aliyekî din ve Muhsin Nesicê Hemedanî cîgirê Îtila`atî ê parêzgeha Tehranê, derheq domkêşana vê pêvajoyê, hişdarî da û ragehand: Her cure meşeke nerazîbûnê di Tehranê de neyasayî ye, û bi awayên herî tund wê bêne bersivdan.

Navbirî ew rabûna xelkê girê daye bi pîlaneke derveyî ve, û ragehandiye: Dijîşoreş (Zidê Inqilab) dixwazin ku xelkê organîze bikin, û wan li dijî deshilatê bi kar bînin.

Her di vê derheqê de, Îshaq Cehangîrî, cihgirê yekem ê serkomarê rejîmê jî, ku pêştir berdewam hewl dida, xwe wekî dilsoj û xemxorê xelkê hejar nîşan bide, tevî îşarekirina bi nerazîbûnan ragehandiye: Komeke destên veşartî van nerazîbûnan organize dike, ku cihê nîgeraniyê ne!.

Hwerisa gotiye: Hinek kes dixwazin ku xelkê ji sîstema deshilatdar dilsar bikin, hekî ew nerazîbûn berdewam bin, di pêşerojê de wê bibin tevgerên civakî, ku ew yek gellekî mertirsîdar e, û piştre em nikarin kontrol bikin.

Derheq van bûyerên ku ma bes kirin, Elî Muteherî cihgirê yekem ê serokê meclisê jî, tevî destnîşankirina gefan li ser Wilayeta Feqîh, ku bi bawera navbirî pêk tên ji, kêşe û gefên navxweyî, gendelî, û jevbelawiya fikrî, bi nîgeranî ve gotiye: Ti garantiyek tuneye ku deshilata me wekî xwe bimîne.

Bedela hewldana bo vedîtina rêçareya lojîkî jî ji bo kêşeyan, Spaha Pasdaran a terorîst, Ehmedînijad bi handana xelkê bona birêveberina nerizayetiyan tawanbar kiriye, û di daxuyaniyekê de hişdarî daye ku ew rêpêvîn, pîlana “Eniya dijîşoreş a navxwe û derve” li dijî Wilayeta Feqîh e, ku ji bilî Amerîka û Îsraîl û Birîtanyayê, çend welatên Erebî ên navçeyê û hinek destên navxweyî jî rol tê de hene.

Bi armanca aramkirina rewşa derûnî ya xelkê nerazî û wekî taktîkekê bona bidawîanîna nerazîbûnan, axûnd Elem El-huda di nimêja Înê ya Meşhedê de, tevî rexnekirina tund ji dewletê ragehand: Berpirsyarên me, dibe ku girîngiyeke taybetî bidin daxwazên xelkê, û berî vê ku neçar bin birêjin ser şeqaman, dibe kêşeyên wan çareser bikin.

Navbirî ku di axavtinên xwe de bi awayekî qise dikir, wekî vê ku wî û banda wî ya mafyayî tu roleke wan di kêşeyên Îranê de tunînin, rû li neraziyan gotiye: Ya ku hûn daxwaz dikin, rewa û cihê hurmetê ye, û dibe dewlet bersivder be.

Di dawiyê de jî, bi hewldana bo tirsandina xelkê, li egera sernixûnbûna rejîma wan, ragehandiye: Nabe em îzin bidin ku hikûmeta me birûxe, û bê serkutkirin!.

Di du rojên borî de, çendîn civînên nerazîbûnê li bajarên curbicur ên Îranê de rû dan, ku tê de xelkê bêzarbûyî tevî daxwazên rewa ên siyasî û aborî ên xwe, komeke diruşmên wekî “Girtiyên siyasî dibe bêne berdan”, “Merg û neman bo dîktator”, “yan mirin yan azadî”, “Sebixweyî, Azadî, Komara Îranî” li dijî rejîmê didan, ku kerb û nerehetiya rayedarên rejîmê li pey xwe hebû, û li gora dawî raporên belavkirî, dehan kes heya niha hatine girtin, û çendîn kes jî birîndar in.

A: Şemal Terxîbî