Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê amadebaşî da kirêgirtiyên xwe

21:35 - 30 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê ji tirsa xwenîşanderan, di Kurdistan de, civînek ji bo kirêgirtiyên xwe pêk aniye, û ji wan re destur dane da ku êrîş bikne ser hemwelatiyên ku meşên nerazîbûnê lidar dixin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî 9`ê Befranbara 1396`an, berpirsên Navenda Ewlekarî û leşkerî a rejîma Îslamî a Îranê, di Kurdistan de, civînek ji kirêgirtiyên xwe re lidar xisitine, u ji wan xwastine da ku her cure nerazîbûnên hemwelatiyan serkut bikin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê ragehandiye ku: Di bajarê “Bokan”ê de berpirsên rejîmê di salona “Sîmorx” a wî bajarî de, ji bo kirêgirtiyên xwe civîn pêk anine.

Di vê civînê de, derheqê aloziyên ku li nav bajarên Îranê de çê bûne, ji besîc û kirêgiritiyên xwe re gotine ku amade bin.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê yekê jî kiriye ku, kirêgirtiyên rejîmê, gef li partiyên opozisyon yên Rojhilat û ev kesên ku di meşên nerazîbûn de beşdarî dikin xwarine.

Hêjayî gotinêye ku “Qesîm Usmanî” bi nav nûnerê wî bajarî, di meclisa rejîma Îranê de, piştevanî ji kirêgirtiyan kiriye, da ku li dijî hemwelatiyan bisekinin.

Herwiha di bajarê Mehabadê de, di mizgevta “Cami`i” a wî bajarî de, ji bo kirêgirtiyên xwe civîn pêk anîne, û serdarê terorîst “Dilawer Rencberzade”, fermanderê Spaha Pasdaran di bajarê Mehabadê de, rewşa amadebaşiyê ragehandiye.

Hêjayî gotinê ye ku “Mela Qadir Sohrabî” pêşnimêjê wî bajarî jî piştevanî ji rejîmê kiriye.